🔴NÛPEL – AVA Media TVyê derbarê sansurkirina sûretê Abdullah Ocalan de nameyeke lêborînê weşand û diyar kir ku ev yek ne bi qestî, lê ji ber rêgezên platformên medyaya civakî pêk hatiye.
Piştî bertekên raya giştî, kanala televîzyonê AVA Media TV derbarê nûçeyeke ku tê de wêneyê Abdullah Ocalan hatibû sansurkirin, daxuyaniyek belav kir. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ev helwest ne encama nêzîkbûneke siyasî ye.
“Şaşî Ji Ber Rêgezên Facebook û Instagramê Ye”
Berpirsyarên kanalê di daxuyaniya xwe de diyar kirin ku sansur ji bo parastina rûpelên wan ên medyaya civakî (Facebook û Instagram) ji girtin û cezayan hatiye kirin. AVA Media TVyê destnîşan kir ku ev yek “şaşiyek” e û bi van gotinan lêborîn xwest:
“Ev şaşî ne ji ber helwesteke siyasî û qestî, lê ji ber rêgezên medyaya sivîl hatiye kirin. Ev şaşî dê careke din neyê dubarekirin.”
Bangawaziya Ji Bo Hesasiyetê
Di daxuyaniyê de hat gotin ku di vê pêvajoya dîrokî de, divê medyaya Kurdî bi taybetî hesas û cidî nêzîkî mijarên bi vî rengî bibe. Hat bîrxistin ku Abdullah Ocalan damezrînerê “Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk” e û divê hemû sazî, platform û kesayet bi vê giringiyê nêzîkî mijarê bibin.
Lêborîn Pêşkêşî Gel Hat Kirin
AVA Media TVyê di dawiya beyana xwe de ragihand ku ew girîngiyê didin nirxên gelê Kurd û ji ber vê şaşiyê lêborîna xwe pêşkêşî teqdîra gelê xwe dikin. Hat diyarkirin ku ji niha pê ve dê di weşanên wan de hesasiyeteke bilindtir hebe.










