Girtiyê 30 salan Îbrahîm Aksoy hat berdan: ‘Divê her kes berpirsiyariya xwe bi cih bîne’

Nûçe

🔴STENBOL (Nûpel)  – Îbrahîm Aksoy ê ku di sala 1996’an de hatibû girtin, piştî 30 salan ji Girtîgeha Tekîrdagê hat berdan. Aksoy di daxuyaniya xwe ya yekemîn de bal kişand ser girtiyên din û got: “Heta ew azad nebin, em tu kes azad nabin.”

Girtiyê siyasî Îbrahîm Aksoy ê ku di sala 1996’an de hatibû girtin û 30 salên wî di girtîgehên cuda de derbas bûn, ji Girtîgeha Tekîrdagê hat texliyekirin. Aksoy li ber deriyê girtîgehê ji aliyê malbat, xizm û rêveberên Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxuran re ya Marmarayê (MATUHAYDER) ve bi kulîlkan hat pêşwazîkirin.

‘Dilê min li hundir ma’

Aksoy di dema pêşwazîkirinê de axaftineke kurt kir û diyar kir ku her çend ew bi fîzîkî derketibe jî, hiş û dilê wî li cem hevalên wî yên li hundir e. Aksoy wiha got:

“Gelek hevalên me û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hîn jî li hundir in. Heta ku ew hemû azad nebin, em tu kes azad nabin. Azadiya Rêbertiyê, azadiya jinê ye; azadiya jinê jî azadiya civakê ye.”

Banga berpirsiyariyê

Aksoy di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku daxwaz û hêviya wan a herî mezin azadî ye û bang li raya giştî kir: “Divê her kes berpirsiyariya dikeve ser milê xwe bi cih bîne.”

Aksoy piştî merasîma pêşwazîkirinê, bi tevahiya malbat û girseya gel ber bi mala xwe ve bi rê ket

/Çavkanî: MA/

Guterres: Divê Amerîka û Îsraîl yekser şer rawestînin
Li Amerîkayê bi navê Kurdistanê parkek vedibe

Nûçeyên Sereke