AKP ji bo Newrozê amadekariya ‘Betlaneya Fermî’ dike

Nûçe

🔴Cîgirê Serokê Giştî yê AKP’ê Kurşad Zorlu daxuyand ku ji bo 21’ê Adarê wekî “betlaneya fermî” bê qebûlkirin xebatên teknîkî dane destpêkirin û got, “Dibe ku di mehên pêş de ev gava şênber bê avêtin.”

NÛPEL – Piştî daxwazên bi salan ên partiyên opozîsyonê û raya giştî, cara yekem ji aliyê desthilatê ve derbarê fermîbûna Newrozê de daxuyaniyeke şênber hat dayîn. Cîgirê Serokê Giştî yê AKP’ê Kurşad Zorlu, eşkere kir ku ew li ser projeyasaya Newrozê dixebitin da ku bibe betlaneya fermî.

‘Vîna me ya şênber heye’

Zorlu, di bernameyeke televîzyonê de ya ku rojnameger Sînan Burhan pêşkêş dikir, bersiva pirsên derbarê Newrozê de da. Zorlu destnîşan kir ku amadekariyên teknîkî li saziyên peywendîdar berdewam dikin û wiha axivî:

“Îhtimala ku bibe cejna fermî heye, em xebatên xwe dimeşînin. Di mehên pêş de meyla me ew e ku em vê yekê bixin meriyetê. Înşelah vîna me ya di vê aliyê de dê bigihîje encameke şênber.”

‘Cejna hevpar a cîhana Tirk’

Kurşad Zorlu di berdewamiya daxuyaniya xwe de bal kişand ser çarçoveya vê gavê û diyar kir ku di bin serokatiya Serokkomar Recep Tayyip Erdogan de, ew dixwazin Newrozê wekî “cejna hevpar a cîhana Tirk” bi fermî bidin qebûlkirin.

Pêşniyazên Opozîsyonê li Meclîsê bûn

Hêjayî bibîrxistinê ye ku beriya niha gelek caran ji bo Newroz bibe betlaneya fermî, pêşniyazên qanûnî pêşkêşî Serokatiya Meclîsê (TBMM) hatibûn kirin. Herî dawî Cîgirên Serokên Koma DEM Partiyê Sezai Temelli û Gulîstan Kiliç Koçyîgît û Parlamenterê CHP’ê yê Amedê Sezgin Tanrikulu ji bo vê yekê daxwazname dabûn, lê heta niha ji aliyê desthilatê ve tu gav nehatibûn avêtin.

/Çavkanî: Birgun/

Van jî bibîne

 

Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê û Nûman Kurtulmuş Civiyan
Brîtanya ji bo Krîza Tengava Hurmizê Civîneke Lezgîn Pêk Tîne: 35 Welat Dicivin

Nûçeyên Sereke