🔴NÛPEL – Serokê Amerîkayê Donald Trump, di axaftineke taybet a “Banga li Neteweyê” de ku li Koşka Spî pêşkêş kir, daxuyaniyên pir tund û krîtîk derbarê operasyonên leşkerî yên li dijî Îranê de dan. Trump ragihand ku di çarçoveya operasyona “Xezeba Destanî” de derbeke kujer li şiyana leşkerî ya Îranê ketiye û gef xwar ku heger Tehran gavan paşde neavêje, ew dê welat vegerînin “Serdema Kevirîn.”
“Şiyana Leşkerî ya Îranê bi Temamî Hat Têkbirin”
Trump di daxuyaniya xwe de bal kişand ser serkeftinên leşkerî yên meha dawî û diyar kir ku hêzên deryayî û asmanî yên Îranê hema hema ji holê hatine rakirin. Trump got:
“Zincîra fermandariyê ya Supaya Pasdaran rûxiyaye. Me bi balafirên B2 êrişî tesîsên nukleerî kir û ew bi erdê re kirin yek. Êdî metirsiya atomî ya Îranê bi dawî bûye.”
Gefa Serdema Kevirîn
Serokê Amerîkayê destnîşan kir ku armanca wan ne guhertina rejîmê ye, lê belê ew ê rê nedin gefên Îranê. Trump hişyarî da ku heger di nav 2-3 hefteyan de peymanek çênebe:
Hemû santralên elektrîkê yên Îranê dê bibin hedef.
Welat dê bi temamî vegere jiyana bêyî teknolojî û enerjiyê (Serdema Kevirîn).
Trump her wiha eşkere kir ku di van operasyonan de 13 leşkerên Amerîkî jiyana xwe ji dest dane.
“Pêdiviya Me bi Petrola Rojhilata Navîn Nîne”
Yek ji xalên herî girîng ên axaftina Trump, serbixwebûna enerjiyê ya Amerîkayê bû. Trump diyar kir ku piştî operasyonên li Venezuelayê û zêdebûna hilberîna navxweyî, êdî Amerîka ne hewcedarê petrola ku di Tengava Hurmizê re derbas dibe ye. Wî got ku welatên din ên ku petrolê ji wê derê dikirin, divê êdî bi xwe ewlehiya derbasgehê dabîn bikin.
Peyam ji bo Hevpeymanan û Gelê Îranê
Trump spasiya welatên mîna Îsraîl, Erebistana Siûdî û Qeterê kir û soza parastina wan nû kir. Di heman demê de, Trump îdîa kir ku rejîma Îranê 45 hezar welatiyên xwe qetil kirine û diyar kir ku ji bo derfetekê bidin gelê Îranê, hîn tesîsên petrolê yên welat bombebaran nekirine.
Trump di dawiya axaftina xwe de bi bîr xist ku kuştina Qasim Silêmanî di serdema wî ya yekem de rê li ber karesatên mezin girtiye û niha jî Amerîka li dijî “sponsora yekem a terorê” di qonaxeke serkeftî de ye.
/Çavkanî: Rûdaw/










