Trump: Îranê Daxwaza Agirbestê Kir

CîhanNûçe

🔴Serokê DYAyê Donald Trump îdia kir ku rêveberiya nû ya Îranê ji bo kêmkirina rageşiyê serî li Washingtonê daye û daxwaza agirbestê kiriye. Trump şertê vekirina Tengava Hurmuzê danî pêşiya Tehranê.

NÛPEL – Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Donald Trump, bi daxuyaniyekê ragihand ku rêveberiya nû ya Îranê ji bo agirbestê daxwaznameyek ji wan re şandî ye. Trump di peyama xwe de bal kişand ser guhertina di nav rêveberiya Tehranê de û şertên xwe yên ji bo danûstandinan eşkere kirin.

Şertê Trump: Tengava Hurmuzê

Trump li ser platforma xwe ya medyaya civakî Truth Social daxuyaniyek belav kir û got:

“Serokê rejîma nû ya Îranê ji selefên xwe kêmtir radîkal û baqiltir e. Wan ji DYAyê daxwaza agirbestê kir.”

Trump destnîşan kir ku nirxandina vê daxwazê bi temamî bi ewlehiya deryayî ve girêdayî ye û wiha pê de çû: “Heta ku Tengava Hurmuzê neyê vekirin û kengî ev der bi awayekî azad û ewle bibe, em ê wê demê vê daxwazê ji nû ve binirxînin.”

Serokê DYAyê her wiha hişyarî da ku heta daxwazên wan neyên cih, zextên leşkerî û aborî yên li ser Îranê wê bi tundî berdewam bikin.

Li Qesra Spî Amadekariya Daxuyaniyeke Girîng

Berdevka Qesra Spî Karoline Leavitt ragihand ku Trump wê roja Çarşemê saet 21:00an de (bi saeta herêmî) bi daxuyaniyekê xîtabî gel bike. Hat diyarkirin ku di vê axaftinê de wê derbarê polîtîkaya Îranê de “nûjeniyeke girîng” û gava dîplomatîk bêne eşkere kirin.

Berteka Tund ji Tehranê Hat

Li aliyê din, daxuyaniyên rayedarên Amerîkî li Îranê bû sedema bertekan. Serokê Meclîsa Îranê Muhammed Bager Galîbaf, bersiv da Wezîrê Karên Derve yê DYA’yê Marco Rubio.

Galîbaf îdia kir ku armanca bingehîn a Amerîkayê ne aramî, belku desteserkirina çavkaniyên Îranê ye. Galîbaf got:

Kontrola Petrolê: DYA dixwaze zeviyên petrolê bixe bin kontrola xwe.

Çekdarkirina Îsraîlê: Washington bi van gavan dixwaze Îsraîlê bêtir çekdar bike.

Xezeyên Nû: Galîbaf hişyarî da ku DYA hewl dide li herêmê “Xezeyên nû” û qadên şer ava bike.

/Nûçeyên Cîhanê/

Van jî bibîne

 

Li Êlihê Serlêdanên Pêşbirka Helbestan a Cegerxwîn Dest Pê Kir
Girtiyê bi navê Rojhat Babat jiyana xwe ji dest da

Nûçeyên Sereke