Girtiyê bi navê Rojhat Babat jiyana xwe ji dest da

Nûçe

🔴NÛPEL – Girtiyê siyasî Rojhat Babat ê ku di Girtîgeha Tîpa S ya Kirşehirê de dihat girtin, li nexweşxaneya ku lê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da. Malbat û parlementerên DEM Partiyê balê dikşînin ser îhmalkarî û gumanên di derbarê mirina wî de.

Rojhat Babat ê ku bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” cezayê muebetê lê hatibû birîn û di Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Tîpa S ya Kirşehirê de dihat girtin, li nexweşxaneya ku jê re hatibû sewqkirin jiyana xwe ji dest da.

Agahî ji malbatê hat veşartin

Bûyer piştî ku Babat di roja mafê axaftina telefonê de li malbata xwe negeriya, derket holê. Malbata ku ji rewşê bi guman bû, li girtîgehê geriyan û agahiya mirina Babat hildan. Rayedarên girtîgehê di destpêkê de derbarê sedema mirinê de tu agahî nedan malbatê.

Li ser vê yekê, malbatê serî li Parlementera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Parti) a Şirnexê Nevroz Uysal Aslan da. Aslan, bi rayedarên girtîgehê re ket têkiliyê û hat ragihandin ku Babat bi hinceta “pirsgirêkên psîkyatrîk” sewqî Nexweşxaneya Bajar a Qeyseriyê (Kayseri Şehir Hastanesi) hatiye kirin û li wir “întihar” kiriye.

Zincîra îhmalkariyan: E-Nabiz û Otopsî

Parlementer Nevroz Uysal Aslan bi daxuyaniyekê bertek nîşanî vê rewşê da û bal kişand ser van xalên gumanbar:

Agahiya Birînê: Malbatê hefteya borî di pergala E-Nabizê de dîtibû ku ji bo Babat qeyda “Çirîna damarê, acîl” hatiye kirin, lê girtîgehê wê demê agahî nedabû malbatê.

Sewqkirina Veşartî: Pêvajoya sewqkirina nexweşxaneyê bêyî agahiya malbatê pêk hatiye.

Otopsiya Bêyî Malbat: Hat diyarkirin ku otopsiya Babat beriya ku malbat bigihîje nexweşxaneyê hatiye kirin.

‘Berpirsiyar divê bên dîtin’

Nevroz Uysal Aslan diyar kir ku dewlet ji jiyana girtiyên di bin çavdêriya xwe de berpirsiyar e û got:

“Veşartina hewildana întiharê ya berî hefteyekê, agahî nedana malbatê û bi tenê hiştina girtî di kêliyên herî nazik de, nîşana rejîma girtîgehan a ku mirovan tenê dihêle ye. Divê sedema teqez a mirinê û hemû zincîra îhmalkariyê bê eşkere kirin û berpirsiyar bên cezakirin.”

Malbat û parêzer ji bo ronîkirina bûyerê daxwaza lêpirsîneke kûr dikin.

/Çavkanî: MA/

Van jî bibîne

 

Trump: Îranê Daxwaza Agirbestê Kir
Di Pîrozbahiyên Ekîto de Banga “Mafên Neteweyî û Destûra Demokratîk” Hat Kirin

Nûçeyên Sereke