🔴NAVENDA NÛÇEYAN (Nûpel)– Desteya Demkî ya Projeya Netewî, ku bi îmzeya zêdetirî 200 kesayetên Kurdistanî hatibû destpêkirin, bang li hemû alî, navend û kesayetên welatparêz kir ku ji bo diyarkirina siberoja projeyê û darêştina planeke hevbeş amadekariya konferansekê bikin.
Ji Bo Yekitiya Netewî Gava Nû
Desteya Demkî ya Projeyê di daxuyaniya xwe de bal kişand ser girîngiya yekrêziya gelê Kurd di vê qonaxa hesas de. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku bidestxistina mafên neteweyî tenê bi armanc û yekdengiya hundurîn pêkan e. Desteyê destnîşan kir ku yekrêzî êdî ji vebijêrkeke siyasî derketiye û bûye “pêdiviyeke dîrokî, netewî û civakî.”
Derfet û Xeterî bi Hev Re Ne
Di bangewaziyê de hat destnîşankirin ku herêm di nav guhertinên mezin de derbas dibe û wiha hat gotin:
“Ev qonax hem derfetên dîrokî û hem jî xeteriyên mezin li xwe digire. Ji bo amadekariya rewşeke nû, divê Kurd pênaseya xwe ya neteweyî xurt bikin û bi hev re gav bavêjin.”
Banga Ji Bo Konferansê
Desteyê spasiya hemû aliyên siyasî, navend û kesayetên ku heta niha piştgirî dane projeyê kir û daxwaz kir ku ev piştgirî di qonaxa amadekariya konferansekê de bigihîje lûtkeyê. Armancên sereke yên konferansa ku tê plankirin ev in:
Nîqaşkirina li ser pilan û bernameya kar a projeyê.
Diyarkirina mekanîzmayên pêşxistina projeyê.
Avakirina bingehekê li ser bingeha aştiya navxwe û derve.
Di dawiya daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku deriyên projeyê ji bo hemû navendên rewşenbîrî, çandî û kesayetên welatparêz vekirî ne da ku bi hev re ber bi siberojeke bi hêvî ve bimeşin.
/Çavkanî: Rojnews/










