Kurdolingo di perwerdehiya Kurdî de bîhneke nû tîne: Lansman tê lidarxistin

Nûçe

🔴NAVENDA NÛÇEYAN  (Nûpel)– Kurdolingo ku platformeke dîjîtal e û armanca wê hêsankirin, gihîştin û kêfxweşkirina hînbûna zimanê Kurdî ye, lansmana xwe pêk tîne. Di bernameya ku ji aliyê damezrînerê Kurdolingo Cihad İlbaş ve hat ragihandin de, dê hûrguliyên projeya serdema nû bi raya giştî re werin parvekirin.

Lansman dê di roja Înê, 3yê Nîsana 2026an, saet di 12:00an de, li navnîşana “Asmalı Mescit, Jurnal Sk. No:10, 34430 Beyoğlu/Stenbol” li avahiya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) bê kirin.

Platform materyalên berfireh ji bo hînbûna Kurdî pêşkêş dike. Kurdolingo di serdema dîjîtal de parastina mîrateya ziman û çandê jî ji xwe re kiriye armanc. Di hundirê Kurdolingo de, ji bilî wergerên Kurdî yên klasîkên cîhanê (wekî George Orwell û Franz Kafka) bi formata PDF, ji bo kesên bi Tirkî û Îngilîzî diaxivin qursên vîdyoyî, pirtûkên dengî û modulên perwerdehiya pîşeyî jî hene.

Di Kurdolingo de çi hene?

Qursên Kurdî yên bi deng û vîdyo

Dersên zindî yên Kurdî

Naverokên taybet ên Kurdî ji bo zarokan

Pirtûkên dengî û PDFên Kurdî yên klasîkên cîhanê (wekî Virginia Woolf, George Orwell, Franz Kafka)

Ferhenga dîjîtal a bi piştgiriya zîrekiya destkird ku di navbera 13 zimanan û sê zaravayên Kurdî (Kurmancî, Soranî, Zazakî) de kar dike

Appa Flashcard a Kurdî

Pêşbirka agahiyê ya Kurdî

Amadekarê dersên Kurdî bi piştgiriya zîrekiya destkird

Amûrê rastkirina nivîsê (îmla) ya Kurdî bi zîrekiya destkird

Veguherînerê alfabeya Erebî – alfabeya Latînî ya Kurdî bi zîrekiya destkird

Amûrê wergera Kurdî ya pirzimanî û pirzaravayî bi piştgiriya zîrekiya destkird

Van jî bibîne

 

Ji Amûdê heta Cannesê: Çîroka Dengên ku Nayên Birîn
Li Bamernê êrişa bi dronan li ser baregeha Tirkiyeyê

Nûçeyên Sereke