🔴NAVENDA NÛÇEYAN (Nûpel) – Ji destpêka şerê Amarîka û Îsraîlê yê li gel Îranê ve 513 dron û mûşekan êrişî Herêma Kurdistanê hatiye kirin.
Li gorî nûçeya ajansa Rûdawê, ji destpêka şerê Amarîka – Îsraîlê yê li gel Îranê heta niha, bi 513 dron û mûşekan êrişî Herêma Kurdistanê kirine. Tenê di nava dû rojên borî de bi 10 dron û mûşekan êriş hatiye encamdan. Ji wan êrişan 5 li ser Hewlêr û 5 jî li ser Silêmaniyê bûn.
Bîlançoya êrişan
Heta niha 390 dron û mûşek avêtine Hewlêr û derdora wê. Bi 100 dron û mûşekan jî êrişî Silêmaniyê kirine. Bi 16 dronan jî êrişî Dihokê hatiye kirin û bi 2 dronan jî êrişî Helebceyê hatiye kirin.
Di encama êrişên li dijî Herêma Kurdsitanê de, 14 kesan cane xwe ji dest dane û 88 kes jî birîndar bûn.
Kesên can dane kî bûn?
Ji wan kesên ku canê xwe ji dest daye, 6 Pêşmergeyên Fermandariya Herêma Yek bûn ku li navçeya Xelîfanê ya parêzgeha Hewlêrê şehîd bûn.
Kesek karmendê Asayîşê yê Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê bû û şehîd bû, 6 kes Pêşmergeyên sê partiyên Rojhilatê Kurdistanê bûn ku 2 li Hewlêrê, 2 li parêzgeha Silêmaniyê û 2 jî li navçeya Başîkê ya Nînowayê şehîd bûn.
Her wiha 12ê Adarê leşkerekî Fransayê li Hewlêrê canê xwe ji dest da.
Birîndar kî ne?
Li gorî raporê kesên birîndar ev in:
30 Pêşmergeyên Fermandariya Herêma Yek ên li Îdareya Serbixwe ya Soranê, 3 karmendên Asayîşê yên li Balafirgeha Hewlêrê, 3 Pêşmerge û 2 nobedarên taybet ên li baregeha berê ya Neteweyên Yekbûyî ya li Silêmaniyê.
Her di nava birîndaran de nobedarekî Otela Tîtanîcê ya li Silêmaniyê, 2 karmendên Parastina Şaristaniyê yên Xelîfanê, 2 Pêşmergeyên Hêzên 70yê û polîsek jî hene.
Ji birîndaran 15 kes sivîl in.
Ji wan sivîlan kesek kuryeyê daxwaziyan ê li Hewlêrê bû, kesek li Kampa Bajid Kendalê ya Zaxoyê, perestarek li Kampa Azadiyê ya Koyeyê, 3 sivîlên xelkê Rojhilatê Kurdistanê li Kampa Zewiya Spî ya Koyeyê, zarokek li taxa Qelawayê ya Silêmaniyê, 2 welatî li Kampa Cejnîkanê ya Hewlêrê û 4 welatî li taxeke Hewlêrê birîndar bûn.
Herwiha 2 xwendekar li navçeya Xebatê ya parêzgeha Hewlêrê birîndar bûn.
Birîndarên din jî Pêşmergeyên partiyên Rojhilatê Kurdistanê û 5 leşkerên Fransayê yên li Hewlêrê bûn.
Herêmên ku hatine bombebarankirin
Parêzgeha Hewlêrê
Dron û mûşek li van navçe û taxan ketine xwarê:
Balîsan, Xebat, navçeya Rizgariyê, Spîlk, Mela Qere, Karêzan, Kampa Zewiya Spî, Kampa Cejnîkanê, Kaniya Qirjalê, Dream City, Kesnezan, Pîrzîn, Fermanberan, Sêbîran, Rewşenbîrî, Jiyan, Kurdistan, Newroz, Gundê Korî, Gezne, Behirke, Enkawa, Xelîfan, Balafirgeha Hewlêrê û derdora wê, Dêgele, Kampa Azadiyê, Çoman, Soran û baregeha yekeyên Pêşmerge.
Parêzgeha Silêmaniyê
Silêmanî, Girê Rîayeyê, Mêrgepan, Qelawa, taxa Beranan, Cadeya 60 Metrî, gundê Zirguwêz, gundê Zirguwêzele, navçeya Sûrdaşê, qezaya Kifrî, Hêzên 70yê yên Pêşmerge, taxa Taslûceyê, Çiyayê Zimnako û baregeha Pêşmerge.
Parêzgehên Dihok û Helebceyê
Qada petrolê ya Sersingê, Kampa Bajid Kendalê, sînorê Akrê, sînorê navçeya Bicîlê, sînorê qezaya Berdereşê û taxa Maltayê ya li wî bajarî.
Her wiha parêzgeha Helebceyê û Çiyayê Şinirwê jî ji wan cihan bûn ku hatine bombebarankirin.
Şerê Îsraîl û Amerîkayê yê li gel Îranê 28ê Sibatê dest pê kir û ji roja yekem a şer ve êrişên li ser Herêma Kurdistanê dest pê kiriye.










