🔴NÛPEL – Baregeha Hevpeymaniya Navneteweyî ya li gundê Qesrikê rastî êrişeke bi dronan hat. Di encama êrişê de dronek li embara genim ket û zirarên mezin ên madî çêbûn.
Li gorî agahiyên ji herêmê hatine bidestxistin, baregeha Hevpeymaniya Navneteweyî ya li dijî DAIŞê ya li gundê Qesrikê bi 3 dronan hat armanckirin. Hat ragihandin ku pergala parastina asmanî ya Amerîkayê dron xistine xwarê, lê belê dronek li embara genim a gund ketiye.
Zirarên Mezin di Embara Genim de
Sekreterê Embarê Mihemed Elo derbarê zirarê de agahî dan û diyar kir ku ji ber êrişê agir bi embarê ketiye. Elo destnîşan kir ku di encama şewatê de 9 beşên embarê zirar dîtine û nêzîkî 12 hezar kîs genim bi temamî şewitîne.
Berpirsê parastinê Ela Esed û şahidên li herêmê diyar kirin ku dema xistina dronan de asman wekî “xeteke sor a agir” xuya dikir û dengê teqînan bûye sedema tirsê di nav welatiyan de. Welatiyê bi navê Sebah Ferman anî ziman ku ji ber dijwariya dengê teqînan heta niha guhê wî diêşe.
Şopa Heşdî Şebî û Îranê
Li gorî daxuyaniyên Mihemed Elo, tîmeke hêzên taybet ên Amerîkayê perçeyên dronên hatine xistin kom kirine. Hat diyarkirin ku li ser perçeyekî drona hatiye xistin bi zimanê Erebî navê “Şehîd Seîd Ceferî” hatibû nivîsandin. Ev yek wekî nîşaneya destê komên ser bi Îranê an jî Heşdî Şebî di êrişê de tê nirxandin.
Banga li Hikûmeta Îraqê
Têkildarî êrişê, Alîkarê Wezîrê Parastinê yê Sûriyeyê Sîpan Hemo daxuyaniyek da û ragihand ku ev êrişên li ser baregehên Hevpeymaniyê yên li Rojavayê Kurdistanê ji axa Îraqê tên kirin. Hemo bang li hikûmeta Îraqê kir ku bi berpirsyarî tevbigere û rê li ber van êrişên ku aramî û çavkaniyên debara xelkê dikin armanc, bigire.
/Çavkanî: Rûdaw/









