🔴NAVENDA NÛÇEYAN (Nûpel) – Li navçeya Cizîrê ya Parêzgeha Şirnexê, boriya petrolê teqiya û petrola xav tevlî ava Çemê Dîcleyê.
Şaredariya Cizîrê piştî tesbîtkirina petrolê di ava çem de, daxuyaniyeke nivîskî belav kir.
Li gorî daxuyaniyê dûh xeta boriya petrola xav a Hevbeşiya Anonîm a Petrolên Tirkiyeyê (TPAO) li devera di navbera navçeya Cizîrê û bajarokê Qesirkê de teqiya. Ji ber vê teqînê, rêjeyeke zêde ya petrolê li derdorê belav bû û piştre herikî nava ava Çemê Dîcleyê.
Şaredariyê Cizîrê ji bo parastina tenduristiya welatiyan, xebatên li îstasyona parzûnkirina ava vexwarinê bi awayekî demkî rawestand. Herwiha piştî bûyerê, tîmên pêwendîdar di nav çem de dest bi lêkolînan kir. Tîman ji gelek xalên cuda yên çem nimûne wergirtin da ku rêjeya qirêjiyê û asta tevlîbûna petrolê diyar bikin.Tê pêşbînîkirin ku piştî analîzên laboratuarê, hûrguliyên zêdetir bi raya giştî re werin parvekirin.










