Mezinên Qilabanê biryar dan: Divê bûk û zava cilên Kurdî li xwe bikin

🔴ŞIRNEX (Nûpel)– Mezinên gundên Mehravan û Nîrehê yên ser bi navçeya Qilabanê ya Şirnexê ve, biryar girtin ku di dawetan de bûk û zava cilên kurdî li xwe bikin. Herwiha ji bo mesrefên zêde yên dawetan jî sînor hatin danîn.

Bi destpêkirina sezona dawetan re, ji ber qeyrana aborî lêçûnên zêde gundiyan dixe nava fikaran. Gundiyên Mehravan û Nîrehê yên navçeya Qilabanê ku ji eşîra Goyan in, li hev civiyan û bi dengdanê ji bo kêmkirina mesrefên giran ên dawetan hinek biryar girtin.

Li gorî encama civîna her du gundan, biryar hat girtin ku divê bûk û zava li gorî çanda Kurdî cil û bergan li xwe bikin. Herwiha ji bo kêmkirina barê aborî, hinek sînorên nû li ser lêçûnên dawetan hatin danîn.

Li gorî daxuyaniya gundiyan, biryarên hatine girtin wiha ne:

• Lîstina “Ankara havası”, “paş perde” û di nîşanê de dayîna pereyan ji bo “meqesê” hatin qedexekirin.

• Êdî xwarina dawetan nayê amadekirin û avêtina pereyan li ser bûk û zavayan jî hat qedexekirin.

• Roja xwestina keçê, ji derveyî malbata zavê kesên din nabe biçin malê.

• Merasîma nîşanê û dîtinê bûn yek; herwiha girtina saz yan jî kamerayan jî hat qedexekirin.

 

Van jî bibîne

 

Tîma Jinan a Amedsporê li hemberî Fenerbahçeyê têk çû
Serbilind: Em Êrîşa Rejima Mola Li Ser Mala Birêz Nêçirvan Barzanî Şermezar Dikin

Nûçeyên Sereke