🔴Hunermend Şahîn Farqîn bi Berhema Xwe ya Nû “Felek” Derket Pêşberî Heskiriyên Muzîkê
STENBOL (Nûpel) – Hunermendê Kurd Şahîn Farqîn, ku bi salan e di bin banê Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) de xebatên xwe yên hunerî dimeşîne, klîba xwe ya nû ya bi navê “Felek” pêşkêşî hezkiriyên muzîkê kir. Farqîn di vê berhemê de balê dikşîne ser êş, azar û parçekirina welatê Kurdan.
“Heger Çerxa Felekê Baş Bigeriya, Me Dê Tenê Behsa Eşqê Bikira”
Hunermend Şahîn Farqîn di derbarê berhema xwe de ji Nûpel TV re axivî û diyar kir ku armanca wî ew e bibe bersiv ji bo hestên gelê xwe. Farqîn got:
“Di strana ‘Felek’ de min êş û azara gelê Kurd anî ziman. Heger çerxa felekê li me baş bigeriya, me jî dê weke hemû gelan di nav kêf û eşqê de hunera xwe bikira. Hunermend divê li gor hestên gelê xwe hunera xwe biafirîne.”
Kedkarên Berhemê
Berhema “Felek” bi kedeke profesyonel hatiye amadekirin:
• Gotin û Muzîk: Şahîn Farqîn
• Derhênerê Klîbê: Kerem Tekoglu (Keremo)
• Aranje: Rojhat Faysal Varli
Naveroka Stranê: “Welatê Min Çar Pare”
Di gotinên stranê de hunermend wek “ozan û dengbêjekî dil bi kul” bang li felekê dike û rexneyên giran lê digire. Bi taybetî di malika “Te cîhanê tev naskir / Welatê min çar pare” de, rewşa polîtîk û civakî ya Kurdistanê bi zimanekî hunerî tê nîşandan.
Gotinên Stranê
“Felek”
Îro dîsa ez xemgînim
Dewrêşim dilorînim
Bext û qeder bûne yek
Li dû xwe digerînin
Bext û qeder bûne yek
Me li dû xwe digerînin
Navê te dibên felek
Te em xapandin gelek
Li ser rûyê dunyayê
Me nekir kêf û henek.
Ka bêje te ji me xêre
Awirên te dijware
Te cîhanê tev naskir
Welatê min çar pare.
Navê te dibên felek
Te em xapandin gelek
Li ser rûyê dunyayê
Me nekir kêf û henek.
Ez ozan û dengbêjim
Dilê min bi kul û êşin
Bersivên pirsên giran
Bi deng û awaz dibêjim.
Navê te dibên felek
Te em xapandin gelek
Liser rûyê dunyayê
Me nekir kêf û henek









