🔴ERZIROM (Nûpel) – Şirava Nîxaxê ya ku li navçeya Azortê ya Erziromê cih digire, bi dîmenê xwe yê bêhempa û bi kemerên rengîn ên “keskesorê” bala hemû dildarên xwezayê dikişîne ser xwe. Şirav bi taybetî di van mehên biharê de, bi zêdebûna asta avê re, gihîştiye lûtkeya heybetiyê.
Ziyaretvan Matmayî Dimînin
Şirava ku ji bilindahiya 48 metreyan diherike, bi ser zinaran de, di bin tîrêjên rojê de dîmenên efsûnî ava dike. Welatiyên ku ji bo dîtina vî dîmenî berê xwe didin herêmê, şaşwaziya xwe venaşêrin. Ziyaretvan dikarin bi rêya platformên çavdêriyê û nêrdewanên ku di bin şiravê re derbas dibin, vê heybetiya xwezayê ji nêz ve hîs bikin.
Ev şirav mîrateyeke xwezayî ya herêma Serheda Jorîn û bilindtirîn şirava Kurdistanê tê zanîn.










