Li Elkê Şopa Zivistanê Radibe: Berf Cihê Xwe Ji Biharê Re Dihêle

NûçeXweza

🔴ŞIRNEX (Nûpel)– Li navçeya Elkê ya Şirnexê, ku bi zivistanên xwe yên dijwar û berfa xwe ya zêde tê naskirin, bi hatina biharê re xweza rengê xwe diguherîne. Berfa ku li çiyayên bilind û zozanan mayî, bi bandora baranên dawiyê bi lez dihele û herêmê ber bi keskatiyê ve dibe.

Barana Biharê Berf Heland

Li seranserî Bakurê Kurdistanê baranên biharê yên dawiyê bandoreke mezin li ser xwezayê kirin. Li navçeya Elkê jî, ku yek ji saritirîn û berfintirîn derên herêmê ye, barana zêde pêvajoya helîna berfê lezand. Bi helîna berfê re, çem û kaniyên navçeyê gur bûn û keskatiya biharê hêdî hêdî li ser rûyê erdê xuya dike.

Dîmenên Bêhempa: Zivistan û Bihar Di Nav Hev De

Di dîmenên ku bi rêya dironê hatine girtin de, têkoşîna zivistan û biharê bi rengekî zelal tê dîtin. Li aliyekî lûtkeyên spî yên çiyayan ku hîna bi berfê girtî ne, li aliyê din jî gelî û zozanên ku bi giyayê nû û kesk xemilîne, dîmenên bêhempa pêşkêş dikin.

Van jî bibîne

 

Endamê Sekreterya Îmraliyê Aktaş ji kongreyê re peyam şand: Rizgarî xwe-rêxistinkirin e
Bahçelî: Ger guherîna rejîmê hebe, divê ji Îsraîlê dest pê bike

Nûçeyên Sereke