Îsraîlê ‘Dilê Atomî’ yê Îranê Amanc Girt: Arak û Yezd Hatm Bombebarankirin

CîhanNûçe

🔴NÛPEL – Aloziya di navbera Îsraîl û Îranê de gihîşt asteke nû û xeternak. Artêşa Îsraîlê ragihand ku wan li dijî binesaziya atomî û pîşesaziya giran a Îranê operasyoneke berfireh a asmanî pêk aniye. Di nav armancên sereke de stasyonên atomî yên Arak û Yezdê hene.

Amancên Sereke: Arak û Yezd

Artêşa Îsraîlê bi daxuyaniyeke fermî piştrast kir ku hêzên wan ên asmanî Stasyona Ava Giran a Arakê bombebaran kiriye. Îsraîl vê navendê wekî “bingeha sereke ya hilberîna platînyûmê ji bo çekên atomî” pênase dike.

Ji bilî Arakê, li parêzgeha Yezdê jî kargeheke uranyûmê hat armancgirtin. Rayedarên Îsraîlî diyar kirin ku ev kargeh madeyên xav ji bo meyandina uranyûmê dabîn dikir û saziyeke “kêmpeyda” bû.

Îran: “Tolehildaneke Tund Li Rê Ye”

Rêxistina Enerjiya Atomî ya Îranê piştrast kir ku êriş pêk hatine, lê da zanîn ku tu belavbûna radyasyonê çênebûye. Li aliyê din, Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî, Amerîka bi hevkariya vê êrişê tawanbar kir û got:

“Îsraîl dê li hemberî van tawanan baceke giran bide. Êrişî binesaziya atomî ya sivîl û kargehên polayê hatine kirin.”

Supaya Pasdaran Hişyariya Dawî Da

Piştî êrişan, Supaya Pasdaran bang li xebatkarên navendên pîşesazî yên herêmê yên ku girêdayî Amerîka yan hevalbendên Îsraîlê ne kir ku “bi lez cihên xwe biterikînin.” Ev bang wekî nîşaneya destpêkirina pêleke nû ya êrişên tolehildanê tê nirxandin.

Paşxaneya Stasyona Arakê

Stasyona Arakê di peymana atomî ya 205an de cih girtibû û hilberîna wê hatibû sekinandin. Lê belê:

IAEA diyar dike ku ji meha Gulana 2025an ve destûr nehatiye dayîn ku pişkinîn li vê baregehê werin kirin.

Ev navend di şerê meha Hezîrana par de jî rastî zirarê hatibû.

Şerê ku di 28ê Sibatê de bi êrişên hevbeş ên Amerîka û Îsraîlê dest pê kiribû, bi van geşedanên dawî re ketiye qonaxeke nû ya nediyar.

/rd/

Van jî bibîne

 

Li Tehranê êrişî Zanîngeha Zanist û Teknolojiyê hat kirin
Hûsiyan li Dijî Îsraîl û DYAyê “Şer” Ragihandin

Nûçeyên Sereke