Amedsporê, nûçeyên digotin “FÎFA’yê ji bo Amedsporê biryara qedexeya transferan a domdar daye” derewand.
Amedsporê ku di Lîga 1’emîn a Trendyolê de dilîze, têkildarî agahiya “FÎFA’yê ji bo Amedsporê biryara qedexeya transferan a domdar daye” a ji hêla çendek dezgehên çapemeniyê ve hatiye parvekirin, daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hate gotin ku kluba Go Ahead Eaglesê di 8’ê Çileya 2025’an têkildarî bonservîsa Bobby Adekanye serî li FÎFA’yê dabû.
Hat diyarkirin ku heqê bonservîsê ji hêla kuluba wan ve hatiye dayin û piştî belgeyên razandina pereyê di pergala FÎFA’yê de xuya kir jî dê biryara qedexeya transferan a demkî ji holê rabe.
Bi domdarî wiha hate gotin: “Agahiya ‘qedexeya transferan a domdar’ a ji hêla çendek dezgehên çapemeniyê û medyaya dijîtal ve tê parvekirin, rast nîne.”
/MA/










