Nerazîbûna Alîgirên Amedsporê: Sirûda Nû ya Koma Agirê Jiyan Hat Rexnekirin

Çand û HunerSpor

🔴AMED (Nûpel) – Koma Agirê Jiyan ku di muzîka Kurdî de xwedî cihekî girîng e, ji bo tîma Amedsporê berhemeke nû ya sirûdî amade kir. Lê belê ev berhem, di despêkê de berevajî bendewariyan, di nav alîgirên Amedsporê de bû sedema nîqaş û rexneyan.

“Muzîkeke bi Dengê Bilind û Bê Ruh”

Piştî parvekirina sirûdê li ser platformên medyaya civakî, gelek alîgirên tîmê nerazîbûna xwe anîn ziman. Rexneyên herî zêde li ser şêwaza muzîkê û bikaranîna amûrên rojavayî bûn. Hinek ji şiroveyên derketine pêş wiha ne:

Winda bûna nasnameyê: Hin alîgiran diyar kirin ku muzîka Kurdî ji cewherê xwe dûr dikeve û gotin: “Çanda me ya muzîkê ya xwerû winda dibe. Berhemên bê hîs û ji naveroka xwe qutbûyî derdikevin holê.”

Kêşeya şêwazê: Alîgirên ku berhemê wekî “hengame” pênase dikin, destnîşan kirin ku hunermendên Kurd di çêkirina sirûdan de bi amûrên klasîk ên rojavayî bi ser nakevin.

Zehmetiya jiberkirinê: Hat gotin ku divê sirûdek hêsan û sade be daku di tribunê de bi hêsanî were gotin, lê ev berhem ji vê xisletê dûr e.

“Hêviyên Me Di Valahiyê De Man”

Di nav şiroveyan de hat dîtin ku gelek kes bi kelecan li benda xebateke Koma Agirê Jiyan bûn, lê piştî guhdarîkirinê şaşwaz bûne. Alîgiran dan zanîn ku heta niha ji bo Amedsporê sirûdeke ku dilê her kesî bigire nehatiye çêkirin û ev berhema dawî jî di vê çarçoveyê de “serketî” nayê dîtin.

Van jî bibîne

 

Li Elkê û Milazgirê Agirê Newrozê bi Peyama ‘Azadî’ û ‘Yekitî’ Geş Bû
Hunermendan Bang Kir: Em li Gimgimê Projeya JES’ê Naxwazin!

Nûçeyên Sereke