🔴NÛPEL – Siyasetmedara navdar a Kurd Leyla Zana, ji ber şehîdketina 6 Pêşmergeyan û birîndarbûna 30 pêşmergeyên din di êrişên mûşekî yên Îranê de, peyameke sersaxiyê ji bo Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî şand.
“Ev xeme ji bo hemû gelê me ye”
Leyla Zanayê di peyama xwe de bal kişand ser qehremaniya Pêşmergeyan û wiha got:
“Me bi xembariyeke mezin xebera şehîdketina 6 Pêşmergeyên qehreman bihîst. Ev xemeke mezin e, ne tenê ji bo malbatên wan, di heman demê de ji bo hemû gelê me ye.”
Zanayê di berdewamiya peyama xwe de sersaxî da malbatên şehîdan û ji bo birîndaran daxwaza şîfaya bilez kir. Wê her wiha destnîşan kir ku bîranîna şehîdan dê her tim di dilê gel de zindî bimîne.
Bersiva Mesrûr Barzanî
Serokwezîr Mesrûr Barzanî ji bo vê hevxemiyê spasiya Leyla Zanayê kir û diyar kir ku rêbaza şehîdan dê berdewam be. Barzanî anî zimên ku: “Serkeftin dê her ya gelê Kurdistanê be.
/rd/










