Li Amedê ‘Foruma Aşitî û Azadiya Civakî’ Tê Lidarxistin

Nûçe

🔴AMED )Nûpel) – Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi piştgiriya torên piştevaniya herêmî û navneteweyî, di navbera 12-16ê Gulana 2026an de dê “Forumê Aşitî û Azadiya Civakî” li dar bixe.

Tê armanc kirin ku forum beşên cuda yên civakê bîne cem hev, zemînekî hevpar ê nîqaşê ava bike û bibe alîkar ji bo pêşxistina pêşniyarên şênber.

Tê payîn ku ji bajêr, ji herêmê û ji qada navneteweyî; bi taybetî akademîsyen, nûnerên saziyên sivîl, aktîvîst û hunermend beşdarî forumê bibin.

Di Gelek Mijaran de Dê Civîn Bên Lidarxistin

Li gorî daxuyaniya Şaredariyê, di forumê de dê bê nîqaşkirin ka aşitî û azadiya civakî ji malan bigire heta taxan, ji rêveberiyên herêmî heta civaka sivîl, di hemû qadên jiyanê de çawa dikare bê avakirin.

Di çarçoveya bernameyê de; di sernavên wekî perwerde, mafên zarokan, xebatên ciwan û jinan, zayenda civakî, piştgiriya psîkososyalan, hiqûq û mafên mirovan, koça bi zorê û windakiriyên bi zorê, ziman û wêje, çand-huner û medya, dîrok û bîr (hafize), ekolojî û çandinî, ked û aborî, tenduristî, werzîş û dîn û bawerî de dê rûniştin û atolye bên organîzekirin.

Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ku aşitiya civakî tenê bi îfadekirin û fêmkirina pirsgirêk û pêşniyarên çareseriyê yên beşên cuda yên civakê pêkan e.

Armanc “Nexşerêyeke Hevpar” e

Hat destnîşankirin ku forum ne tenê platformek e ku pirsgirêk lê tên nîqaşkirin, armanca wê ew e ku ji bo rêveberiyên herêmî û civaka sivîl nexşerêyeke şonkî ava bike.

Di daxuyaniyê de hat gotin, “Em dikarin aşitî û azadiya civakî tenê bi vegotin û fêmkirina pirsgirêk, nêrîn û pêşniyarên çareseriyê yên hevdu ava bikin” û bang li tevahiya gelê Amedê û hemû beşên civakê hat kirin ku beşdarî forumê bibin.

/rd/

Van jî bibîne

 

Belgefîlma “Dîwarê Me Jî Hilweşandin” Sibê li Stenbolê Tê Nîşandan
NY’yê Biryareke Dîrokî Da: Koletiya Reşikan Wekî ‘Sûcê Herî Mezin ê li Dijî Mirovatiyê’ Hat Qebûlkirin

Nûçeyên Sereke