🔴Nûpel – Tehranê ragihand ku heta daxwazên wan neyên cih, ew ê parastina xwe bidomînin. Di nav mercan de naskirina serweriya li Tengava Hurmuzê û dayîna tezmînatê hene.
Li gorî nûçeyên ku di medya Îranê de cih girtine û Bloombergê ragihandiye, rayedarekî pilebilind ê Îranê ji bo bidofandina şerê bi DYA û Îsraîlê re, lîsteyek ji 5 mercan pêk tê pêşkêş kiriye. Tehranê daxwazên Amerîkayê yên di pakêta muzakereyê de wekî “zêde” pênase kirin û red kirin.
5 Mercên Îranê çi ne?
Îran ji bo rawestandina şer ev şertên li jêr danîne ber DYA û Îsraîlê:
Rawestandina êrîş û sûîkastan: Pêdivî ye hemû operasyonên leşkerî û hedefgirtina kesayetên siyasî/leşkerî bi dawî bibin.
Garantiya neasêbûna şer: Divê garantî were dayîn ku şer careke din dest pê nake.
Dayîna Tezmînatê: Ji bo zirarên şer divê tezmînat ji Îranê re were dayîn.
Serweriya Tengava Hurmuzê: Divê serweriya Îranê ya li ser Tengava Hurmuzê bi fermî were naskirin.
Parastina komên wekîl (proksî): Divê êrîşên li ser komên ku bi Îranê re tevdigerin werin rawestandin.
Nakokiyên di navbera Ajansan de
Her çend medyaya fermî ya Îranê bi zimanekî tund daxwazên DYAyê red dike jî, ajansa Reutersê agahiyeke cuda parve kir. Li gorî Reutersê, Îranê derî bi temamî negirtiye û hê jî pêşniyara 15 xalî ya ku bi ser Pakistanê re hatiye şandin, dinirxîne.
Di wê plana 15 xalî de daxwazên wekî; radestkirina uranyuma dewlemendkirî, sînordarkirina bernameya fûzeyên balîstîk û birîna fînanseya müttefîkên herêmî cih digirin. Di berdêla vê de jî DYA sivikkirina ambargoyan pêşniyar dike.
Aloziya li Tengava Hurmuzê
Li aliyê din, tê îdîakirin ku serokê DYAyê Trump ji bo kontrolkirina Tengava Hurmuzê fermana şandina bi hezaran leşkeran daye. Îran jî li dijî vê gavê daxwaz dike ku ji bo her derbasbûneke di tengavê re, heta 2 mîlyon Euro bac were stendin.
/Çavkanî: Bîanet/










