🔴 Nûpel – 37 partî û pêkhateyên siyasî yên ku li Rojavayê Kurdistanê çalak in, daxuyaniyeke hevpar belav kirin. Di daxuyaniyê de êrîşên ku di encamê de 6 pêşmergeyan jiyana xwe ji dest dan û her wiha êrîşên li ser baregehên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) hatin şermezarkirin.
Di daxuyaniyê de hat gotin: “Êrîşên mûşekî sûcekî nayê jibîrkirin e, yekîtiya neteweyî tekane rêya derketinê ye.”
Roja sêşemê 24’ê Adarê ber bi sibehê ve, ji aliyê Komara Îslamî ya Îranê ve li herêma Spilkê ya ser bi Îdareya Serbixwe ya Soranê, bi 6 mûşekan êrîşî Hêzên Pêşmerge hatibû kirin. Di encama vê êrîşê de 6 pêşmergeyan jiyana xwe ji dest dabûn û 30 pêşmerge jî birîndar bibûn.
Her wiha roja duşemê 23’yê Adarê êvarê, li dijî bingeha “Xerab Cir” a li Rojava jî êrîşek pêk hatibû. Cîgirê Wezîrê Parastinê yê Herêma Rojhilatê Sûriyê û yek ji fermandarên HSD’ê Sîpan Hemo diyar kiribû ku êrîş bi mûşekên ku ji xaka Iraqê hatine avêtin, pêk hatiye.
Banga Yekîtiya Neteweyî
37 partî û pêkhateyên siyasî yên bi navenda xwe li Rojava, di daxuyaniya xwe de êrîşên mûşekî yên li ser Hêzên Pêşmerge û HSD’ê bi tundî şermezar kirin. Aliyan ev êrîş wekî “sûcên nayên jibîrkirin” bi nav kirin û ji bo li dijî gefan rawestin, banga avakirina “yekîtiya neteweyî” kirin.
Di daxuyaniya ku roja çarşemê hat weşandin de hat destnîşankirin ku di pêvajoyeke ku herêm û cîhan ber bi pergaleke nû ve diçe, gelê Kurd rûbirûyê êrîşên “organîze û koordînekirî” ye. Hat destnîşankirin ku armanca van êrîşan “şikandina îradeya Kurd û qelskirina pêgeha wê ya li hemû parçeyên Kurdistanê ye.”
Aliyên siyasî yên li Rojava bal kişandin ser êrîşên mûşekî û wiha gotin:
“Ev êrîşên ku ji aliyê milîsên ser bi Îranê ve li dijî Hêzên Pêşmerge yên li Herêma Kurdistanê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) yên li Rojava tên kirin, parçeyek ji komployeke mezin a ji bo tunekirina xewna Kurd e.”
“Yekîtiya neteweyî ne vebijarkek, lê mecbûrî ye”
Partiyên siyasî bi bîr xistin ku riya yekane ya rizgariya ji vê pêvajoyê yekîtî ye û hişyarî dan ku: “Yekîtiya Kurd ne tenê vebijarkek e, tekane riya rizgariyê ye.”
Di daxuyaniyê de bang li hemû hêzên Kurdî yên li her çar parçeyên Kurdistanê hat kirin ku cudahiyên fikrî yên duyemîn deynin aliyekî û bi hev re tevbigerin.
Partî û Saziyên ku Danezan Îmze Kirine:
1. Ofîsa Rojava ya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK)
2. Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD)
3. Partiya Kesk a Demokratîk a Kurdistanê
4. Partiya Aştiya Demokratîk a Kurdistanê
5. Partiya Komunîst a Kurdistanê
6. Partiya Demokrat a Kurdistanê-Sûriye (PDK-S)
7. Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyeyê
8. Partiya Çepa Kurd li Sûriyeyê
9. Partiya Çepa Demokratîk a Kurd li Sûriyeyê
10. Partiya Sûriyeya Pêşerojê
11. Partiya Guhertina Demokratîk a Kurdistanê
12. Tevgera Nûbûna Kurdistanê
13. Yekîtiya Kedkarên Kurdistanê
14. Partiya Wîfaqa Demokratîk a Kurdî li Sûriyeyê
15. Tevgera Islah-Sûriye
16. Partiya Biratiya Kurdistanê
17. Partiya Roj a Demokratîk a Kurd li Sûriyeyê
18. Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM)
19. Kongra Star
20. Partiya Têkoşîna Demokratîk
21. Şepêla Pêşeroj a Kurdistanê
22. Partiya Demokrat a Kurdistanê-Rojava
23. Partiya Meclîsa Neteweyî ya Kurdistanê
24. Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyeyê (El-Partî)
25. Partiya Yekîtiya Demokratîk a Kurd li Sûriyeyê (Yekîtî)
26. Partiya Çepa Şoreşger a Sûriyeyê
27. Partiya Parêzgaran a Kurdistanê
28. Partiya Meclîsa Sûriyeya Demokratîk
29. Şepêla Islah a Sûriyeyê
/Çavkanî: Rûdaw/










