Di Derbarê 8ê Adarê de li Dersîmê Lêpirsîna li Dijî Jinan: Dovîz wek ‘Sûc’ Hatine Hesibandin û Mijar Çû Meclîsê!

Nûçe

🔴Nûpel – Parlamentera Dersîmê Ayten Kordu, astengkirina hêzên ewlehiyê ya li hemberî dovîzên jinan di mîtînga 8ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de û lêpirsînên piştî wê hatine destpêkirin, bir rojeva Meclîsa Neteweyî ya Mezin a Tirkiyeyê (TBMM). Kordu, bi daxwaza bersivê ji Wezîrê Karên Hundir re pêşniyazpirsiyeke nivîskî da.

Kordu di pêşniyazpirsiya xwe de diyar kir ku di mîtînga 8ê Adarê de hêzên ewlehiyê bi awayekî kêfî nehiştine hinek dovîz bikevin qadê û bêyî ku tu hinceteke hiqûqî nîşan bidin, hewl dane dovîzan bi zorê ji destê jinan bigirin. Parlamenterê bi bîr xist ku heman dovîz dûre bûne mijara lêpirsînê û 7 jinên ku di nav wan de jineke 72 salî jî heye, bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” hatine bangkirin ji bo îfadeyê.

Di pêşniyazpırsiyê de hat destnîşankirin ku wek hinceta lêpirsînê; hebûna nav û logoyên Jinên DEMê, Meclîsa Jinan a DBPê û TJAyê (Tevgera Jinên Azad) li ser dovîzan hatiye nîşandan. Kordu anî ziman ku dovîzên bi zimanê Kirmanckî yên wekî “Bi Berxwedanê ber bi Azadiyê ve, Em Civaka Demokratîk Ava Dikın” bi awayekî kêfî hatine astengkirin.

Kordu bal kişand ser wê yekê ku tevî li gelek bajaran di 8ê Adarê de slogan û dovîzên wek hev hatine hilgirtin, tenê li Dersîmê lêpirsîn li dijî jinan hatiye destpêkirin; ev yek nîşan dide ku hêzên polîsan li dijî prensîba wekheviyê û bi armancên siyasî tevgeriyane.

Parlamenter Kordu ev pirs ji Wezareta Karên Hundir kirin:

Li Dersîmê ji ber dovîzên di çalakiya 8ê Adarê de hatine hilgirtin, derbarê çend jinan de lêpirsîn hatiye vekirin?

Tevî ku heman dovîz li bajarên din jî hatine hilgirtin, çima tenê li Dersîmê lêpirsîn hatiye destpêkirin?

Îfadeya TJAyê ya li ser dovîzan bi kîjan hinceta hiqûqî wek hêmana sûc hatiye hesibandin? Ev nirxandin li ser kîjan qanûnê hatiye avakirin?

Talîmata nehiştina hinek dovîzan a ji bo qada mîtîngê ji aliyê kê ve hatiye dayîn?

Têkildarî hewldana hêzên ewlehiyê ya ji bo girtina dovîzên bi Kurdiya Kirmanckî, tu lêkolîneke îdarî hatiye destpêkirin? Heke hatibe destpêkirin encam çi ye?

Kordu daxwaz kir ku derbarê krîmînalîzekirina xebatên rêxistinî yên demokratîk û rewa yên jinan de raya giştî bête agahdarkirin.

/Çavkanî: Pîrha/

Van jî bibîne

 

Girtiyê Nexweş Mehmet Edîp Taşar Jiyana Xwe Ji Dest Da
Newroza 2026an bi Coşeke Mezin Tê Pîrozkirin: Agirê Azadiyê li Her Derê Geş Dibe

Nûçeyên Sereke