Erîşi mûşekan: 6 Pêşmerge jiyana xwe wenda kir

Nûçe

 Îro bi dron û mûşekan êrişî hêzeke Pêşmergeyan a li Pêçên Spîlkê yên navçeya Xelîfanê hat kirin.

Xelîfan bi ser Îdareya Serbixwe ya Soranê ya parêzgeha Hewlêrê ve ye.

Li gorî amarên destpêkê 6 pêşmerge jiyana xwe wenda kirîyê…

“6 pêşmerge şehîd ketin”

Êriş îro derdora saet 03:00yê berê sibeha pêk hatiye.

Li gorî çavkaniyên Rûdawê, ji ber êrişa li ser Hêzên Pêşmergeyan 6 Pêşmerge şehîd ketine.

Her wiha 20 heta 25 Pêşmergeyên din jî birîndar bûne.

Wê çavkaniya Rûdawê her wiha got, “Êriş bi mûşek û dronan hatiye kirin lê em hejmara wan nizanin.

Niha em mijûlî pêvajoya bijîşkî ya dadî ya cenazeyên şehîdan in.”

Li gorî agahiyên Rûdawê, di êrişan de herî kêm 5 mûşek û dron hatine bikaranîn û hinek ji wan li asmanan hatine têkbirin.

Nasnameya Pêşmergeyan

Navên 6 Pêşmergeyên ev in:

Ramîn Adil

Şehab Bêxşaşî

Rêber Ebdula

Zikrî Bêxşaşî

Piştîwan Mela Mûsa

Keywan Muzefer

Fermandariya Herêma 1ê ya Pêşmergeyên Herêma Kurdistanê ragihand ku îro baregehên Fîrqeya 7an di du demên cuda de bûne armanca mûşekan.

Li gorî daxuyaniyê îro demjimêr 01:50î bi 5 mûşekan êrişî baregeha fîrqeyê hatiye kirin.

Her wiha demjimêr 02:50î jî careke din êrişî nêzîkî baregeha fîrqeyê hatiye kirin.

Ev êrişa ku bi mûşekekê pêk hat, li nêzîkî gundê Kelekînê bû.

Lêkolîn didome

Fermandariya Herêma 1ê diyar got, “Em tekez dikin ku hêzên me di amadehiya temam de ne û lêkolîna li ser çavkaniya êrişan didome.”

/rd/

Van jî bibîne

 

Reuters: Qalîbaf di danûstandinên veşartî yên Tehran – Washingtonê de roleke sereke dilîze
KCKê Bi Peyamekê Spasiya Gelan Kir: “Newroza 2026an Dîrokî Bû”

Nûçeyên Sereke