Welatiyekî kurd yê Efrînî ji ber lêdan û êşkenceya giran a ji aliyê hejmarek ciwanên bajarê Ezazê ve, jiyana xwe ji dest da.
Li gorî Çavdêriya Mafê Mirovan a sûriyê, welatiyê Kurd Luqman Kemal El Kûse ji bo pîrozkirina Newrozê çûbû bajarê Efrîn.
Dema Luqman ji pîrozbahiyên Nowrozê vedigerê, li ser rêya El-Şet rastî êriş û lêdana giran tê.
Luqman êdî neçar mabûn ku berê xwe bide Efrîn.
Piştre li xaçerêya gundê Meryemînê jî, dîsa ji aliyê komeke din ve hate girtin û êrîşî wî hat kirin.
Ji ber êrişa bi hov û hejmara êrişkaran, Luqman ji ber krîza dil jiyana xwe ji dest da.
Çavdêriyê tekez kir ku bûyer nîşan dide ku alozî û kiryarên tundûtûjiyê yên ku ewlehiya sivîlan li herêmê tehdît dikin zêde dibin.
Her wekî bang li rayedarên herêmî kir ku tedbîrên lezgîn bigirin da ku sivîlan biparêzin, sûcdaran ceza bikin û ewlehî û aramiyê misoger bikin.









