Dilek Îmamoglu: Edalet ne bi gotegotan, bi delîlên şênber û wijdan tê avakirin

Nûçe

🔴Nûpel – Hevjîna Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglu, Dilek Kaya Îmamoglu, piştî rûniştina doza ÎBBê ya ku di rojeva Tirkiyeyê de ye, daxuyaniyek da. Îmamoglu bal kişand ser girtina burokrat û xebatkaran û diyar kir ku edalet bi îdîayên pûç nayê peyda kirin.

“Salek e Mirovan Ji Azadiya Wan Bêpar Dihelêlin”

Dilek Kaya Îmamoglu li ser hesabê xwe yê medyaya civakî nerazîbûna xwe anî ziman û destnîşan kir ku doz veguheriye rêbazeke cezakirinê. Îmamoğlu di parvekirina xwe de weha got:

“Hefteya sêyemîn a dozê li pey me ma. Mirovan tenê ji bo ku bersiva gotegotan bidin, salek e ji azadiya wan bêpar dihêlin. Di holê de ne delîlekî şênber heye, ne jî dîtineke nû. Hemû belge jixwe di destê meqaman de ne; veguherandina vê nediyariyê bo rêbazeke cezakirinê, nayê fêmkirin.”

Rexne Li Ser “Îfadeyên Soyut”

Îmamoglu bal kişand ser nakokiyên di dadgehê de û got ku tevî tê gotin “em li ser îfadeyan girtinan nakin”, di danişînan de tenê pirsên li ser îdîayên pûç tên kirin. Îmamoğlu diyar kir ku ev yek nîşan dide ku girtin ne li ser delîlan, li ser gotinên kesan hatine avakirin.

“Malbat Û Zarok Tên Birîndar Kirin”

Dilek Kaya Îmamoglu bal kişand ser aliyê mirovî yê dozê jî û bi bîr xist ku kesên girtî şaredar, burokrat, parêzer û dê û bav in:

Bandora li ser malbatan: Ev pêvajoya nediyar ne tenê girtiyan, lê malbat û zarokên wan jî ji kûr ve birîndar dike.

Bangewaziya Edaletê: “Edalet ne bi gotegotan; bi delîlên şênber, bi hiqûq û wijdan tê avakirin. Tişta ku civak û malbat li benda ne, tenê ev e.”

Van jî bibîne

 

24 sal di ser koça dawî ya helbestvanê Kurd Seydayê Tîrêj re derbas bûn
Pêşenga Şengalê: Zerîfe Ûsê

Nûçeyên Sereke