🔴Nûpel – Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump, derbarê rageşiya bi Îranê re daxuyaniyên girîng da û diyar kir ku pêvajoyeke nû ya dîplomatîk dest pê kiriye. Trump destnîşan kir ku Washington û Tehran ji bo peymanekê di nava têkiliyê de ne.
“Min ferman da Pentagonê ku bisekine”
Trump di daxuyaniya xwe de diyar kir ku piştî destpêkirina danûstandinan, wî mudaxele li amadekariyên leşkerî kiriye û got: “Gava me bi Îranê re dest bi axaftinê kir, min ji Pentagonê re got ‘bisekinin’.” Bi vê yekê re Trump nîşan da ku ew dixwazin şansê bidin rêyên dîplomatîk.
“Rejîm êdî nikare me tehdît bike”
Serokê Amerîkayê bal kişand ser lawazbûna hêza Îranê û wiha dewam kir:
“Me her tiştê Îranê ji nav bir. Rejîm êdî di wê astê de nîne ku bikaribe me tehdît bike. Niha hem Îran hem jî em, her du alî jî peymanekê dixwazin.”
5 Roj Dem Da Îranê
Trump eşkere kir ku hevdîtinên “baş” di navbera her du welatan de birêve diçin, lê dîsa jî zexta xwe ya li ser Tehranê kêm nekir. Trump diyar kir ku wî 5 roj dem daye Îranê da ku biryara xwe ya dawî bide.
Tê payîn ku di nava vê hefteyê de encamên van muzakereyan û helwesta fermî ya Îranê zelal bibe.










