🔴NAVENDA NÛÇEYAN – Li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê bi beşdariya sed hezar kesan Newroz hate pîrozkirin.
Newroza îsal bi dirûşmeya “Newroza Azadî û Yekîtiya Demokratîk” li Parka Newrozê birêve çû.
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan, siyasetmendar Veysî Aktaş di nav beşdaran de bûn.
Di destpêka pîrozbahiyê de dema polîsan xwest lêgerîna Endamên Komîteya navendî ya DEM Partiyê Derya Aslan û siyasetmendar Veysî Aktaş bikin alozî derket.
Di ahengê de peyama Rêberê PKKê Abdullah Ocalan a ji bo Newrozê hate xwendin.
Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan di pîrozbahiyê de axivî û bal kişand ser pêvajoya çareseriyê: ‘’Daxwazên Kurdan hene! Hemwelatiya wekhev, perwerdehiya bi zimanê dayîkê, demokrasiya herêmî û zelalkirina statuya Abdullah Ocalan dixwazin. Ev pêvajo ne tenê ji bo Kurdan, ji bo hemû beşên civaka li Tirkiyeyê jî girîng e.’’
Herî dawî Hunermend Şiyar Berwarî, Hozan Şervan, Koma Agirê Jiyan û Rojhilat li ser dîkê stranênn xwe pêşkêşkirin.
Îro ji bilî Wanê, li parêzgehên Riha, Stenbol, Dîlok, Çewlîg, Xarpêt, Sêrt, Cizîr û Tetwanê jî ahengên Newrozê hatin lidarxistin.










