Newroz ji bo me Kurdan, ji her tiştî zêdetir; li dijî hemû dagirker, mêtinger, serdest, desthilatdar, kedxwar û koledaran, dîsa li dijî tunehesibandin, qedexekirin, dorpêçkirin, pişaftin, helandin û jiholêrakirina hebûn, nasname, ziman, çand û hemû nirxên neteweya Kurd û Kurdistanî yên dîrokî, xwezayî, xwebûnî û civakî; nav û nîşana yekîtî, hevgirtin, parastin, berxwedan, serhildan, têkoşîn, rizgarî, azadî, serketin û serfiraziya hemû heqîqet û nirxên Kurd û Kurdistanê ye.
Agirê Newrozê yê ku 2638 salan berê niha, bi destê bapîrê me Kurdan
Kawayê Hesinkar hatiye vêvistin û tariya zalim û celadan wê demê çirandiye, qesr û keleh û bircên wan daye ber pêt û alavên xwe û welatê me Medya azad kiriye, îro bi destê neviyên wî, anku bi destê me tê vêxistin, gur û geşkirin û tariya zalim û celadên serdemê diçirîne, qesr û keleh û bircên wan dide ber pêt û alavên xwe yê.gur û geş; bîr, hiş û giyanê Medyaya Nûjen a azadîrês, civakparêz û demokratîk vedijîne, bi tîn û germa agirê pîroz govenda xwebûnê li her derê digerîne, tilîliyên serfiraziyê dilîlîne û ala azadiyê direqisîne.
Newroz ji bo me Kurdan roja herî bêhempa, pîroz û serfiraz e, dê her wisa bimîne. Bi bîr, bawerî û hêviya ku serketin û serfirazî dê ya me be, Newroz li me Kurdan, hemû Kurdistaniyan û hemû gel, kom û derdorên azadîxwaz û mirovahîparêz pîroz be.










