🔴Em cejna Newroz a Netewî sembola serhildana Mazluman li dijê zaliman û dîktatoran bitaybetî li gelên Kurdîstanê û hemû gelên mazlumê Cîhanê Pîroz dikim.
Çewa ku Kawayê Hesinkar, serhildana wî ya li dij qralê zalim Dehaq ku 21’ê Adarê bu sembola serhildana mazluma li dijê zalima, îro jî gelê Kurd ji bo azadî û sexwebûna Kurdistanê li dijê diktatorên esrê têkoşîn û Berxwedane kî bi rumet dimeşînin.
Newroz ji bo me Kurdan ne tenê cejnek e, lê belê destpêka salek nû, hêviyên mezin û têkoşîna azadiyê ye. Ev roj bibe sedema yekîtiya gelê Kurd, aştiya mayînde û bextewariya gelê me.
Em hevîdarin gelê Kurd li hemû deverê Kurdistanê li dijê dagêrkeran bi têgihîştine kî netewî, serbilindî û serfirazî serkevin.
Daxwaziya me cejnâ Newrozâ sala 2026’a ji bo hemu gelên heremê û gelên bindest bibê wesilâ Aşîtîyê û wekhevîyê.
Bitaybetî ji bo gelê meyê mazlum bibi wesilâ yekîtiyê û Azadîyê.
Hêwîdarim cejna Newroz Netwî a îsal ji bo gelê Kurd bibe wesîla aşîtiya navxweyî.
Serokê Giştî: PÎK- Partiya Îslamiya Kurdistan
Hikmet Serbilind










