Li Amedê di Sibeya Cejnê de Goristan Tijî Bûn: Mirî Nehatin Jibîrkirin

Nûçe

🔴AMED (Nûpel) – Li Amedê di sibeya Cejna Remezanê de welatiyan di saetên zû de berê xwe dan goristanan. Piştî nimêja cejnê, malbat ji bo serdana xizmên xwe yên wefat kirine, li seranserê bajêr di goristanan de qerebalixiyeke mezin pêk anîn.

Amediyên ku bi tîrêjên yekem ên sibê re hatin goristanan, li ser serê goran Qur’ana Pîroz xwendin û duayan kirin. Hinek welatiyan derdora goran paqij kirin û kulîlk çandin, hinekên din jî bi hêsirên çavan hesreta xwe ya ji bo mirdiyên xwe anîn ziman. Atmosfera manewî ya cejnê, li goristanan bi xemgînî û bêrîkirinê re derbas bû.

Li Goristanan Qerebalixiyeke Mezin Hebû

Bi taybetî li goristanên wekî Yenîkoy, Deriyê Mêrdînê û Şehitlikê, qerebalixiyeke berbiçav hebû. Li ber deriyên goristanan rêzên dirêj ên wesayîtan çêbûn û peywirdaran ji bo parastina nizamê xebateke giran meşandin.

Welatiyên ku hatibûn serdanê diyar kirin ku cejn ne tenê rojên şahiyê ne, di heman demê de rojên bîranîna rabirdûyê û kesên wefat kirine ne. Amediyên ku mezinên malbatê û xizmên xwe yên windakirine ji bîr nekirin, bi serdanên goran kevneşopiya cejnê berdewam kirin.

Wekî her cejnê, di vê cejnê de jî goristan tije bûn û li Amedê hestên yekîtî, bi hev re bûn û wefadariyê careke din derketin pêş.

 

 

Van jî bibîne

 

Li Îranê sûîqesta nû! Berdevkê Pasdaran hat kuştin
Federasyona Elewiyan: Di Elewîtiyê de ‘Cema Remezanê’ tune ye

Nûçeyên Sereke