🔴Nûpel – Di çarçoveya peymanekê de, di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Hikûmeta Şamê de danûstandina dîlan pêk hat. Di vê pevguhertinê de, ji her du aliyan bi giştî 600 kes hatin berdan.
300 endamên HSDê gihîştin Hesekê
Li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin, koma dîlan a HSDê ku ji 300 kesan pêk dihat, êvarê gihîşt bajarê Hesekê. Di nava kesên hatine berdan de şervanên YPJê jî hene. Konvoya ku ji sê otobusan pêk dihat, di nav kêfxweşiya malbat û gel de derbasî bajêr bû.
Pêvajoya peymanê û astengiyên demkî
Ev danûstandina ku cara sêyemîn e di navbera Şam û HSDê de pêk tê, di çarçoveya lihevkirina 29ê Çileyê de hat cibicîkirin.
Rojnamevan Rênas Vînar li ser hisabê xwe yê Xê ragihand ku di pêvajoya pevguhertinê de astengiyek demkî derketiye. Li gorî zanyariyan:
HSDê saet di 16:00an de 300 dîlên ser bi hikûmeta Şamê ve serbest berdan.
Lê ji ber ku aliyê Şamê di wextê diyarkirî de negehişt xala radestkirinê, pêvajo ji bo demekê hat rawestandin.
Piştî çareserkirina pirsgirêkên teknîkî û gihîştina aliyê Şamê, pevguhertin bi serkeftî bi dawî bû.
Ev pêngav wekî berdewamiya diyalogên navbera her du aliyan ji bo mijarên mirovî tê nirxandin.










