Rojnamevanê girtî Cihan Berk: Rojnamevanî ne sûc e!

Nûçe

🔴Rojnamevanê PÎRHAyê Cihan Berk ku li Dersîmê hatibû girtin, beriya danişîna 15ê Nîsanê nameyek şand û bang li raya giştî kir: “Nûçeyên min wek sûc hatine nîşandan. Ez bang li hemû hevkaran dikim ku piştgiriyê bidin.”

DERSÎM (Nûpel) – Nûçegihanê Ajansa Nûçeyan a Pîrê (PÎRHA) Cihan Berk, ê ku di 19ê Kanûna borî de li Dersîmê hatibû girtin, beriya danişîna xwe ya yekem ku wê di 15ê Nîsanê de bê dîtin, peyamek şand. Berk di nameya xwe de diyar kir ku xebatên wî yên pîşeyî hatine krîmînalîzekirin.

Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) nameya Berk a ku bi rêya Parastvana Mafên Mirovan Nuray Çevirmen şandibû, li ser hesabê xwe yê medya civakî parve kir.

“Nûçeyên min kirin mijara sûcdariyê”

Cihan Berk di nameya xwe de destnîşan kir ku ew nêzî pênc sal û nîv in di bin banê PÎRHA’yê de rojnamevaniyê dike. Berk anî ziman ku nûçeyên wî yên derbarê “Girtîgehên Tîpa Bîrê” û parêzera mirî Ebru Timtik de bûne hinceta girtina wî û ew bi “endamtiya rêxistinê” tê sûcdarkirin.

Berk bal kişand ser îdianameyê û wiha got:

“Nûçeyên ku min çêkirine, ji aliyê malperên din ve bi nîşandana çavkaniyê hatine parvekirin. Dadgehê vê yekê wek sûc hesibandiye. Lê di pratîka rojnamevaniyê de ji parvekirina nûçeyekê bi nîşandana çavkaniyê xwezayîtir tiştek nîne.”

Banga piştgiriyê ji bo 15ê Nîsanê

Rojnamevan Berk di dawiya nameya xwe de diyar kir ku rojnamevanî ne sûc e û bang li hemû xebatkarên çapemeniyê û parastvanên mafên mirovan kir ku di danişîna 15ê Nîsanê de wî bi tenê nehêlin.

Berk got, “Ez li bendê me ku hemû hevalên min ên rojnamevan dengê min bibihîzin û li dijî vê neheqiyê derkevin.”

Van jî bibîne

 

Mesud Barzanî: Cejna Remezanê li Misilmanên Kurdistan û cîhanê pîroz be
Di Pêşengtiya MEBYA-DERê de Li Gelek Bajaran Serdana Goristanan Hate Kirin

Nûçeyên Sereke