Trump: “Em Dikarin Şer di Du Saniyan de Biqedînin”

CîhanNûçe

🔴Nûpel – Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Donald Trump, derbarê Îranê de daxuyaniyên pir tund û baldar da. Trump destnîşan kir ku Îran ji bo cîhanê gefeke mezin e û diyar kir ku her tiştê pêwîst dê were kirin.

“Dê Cîhan Ewletir Be”

Trump destnîşan kir ku operasyonên li dijî Îranê wê encamên erênî bidin û got:

“Dema ku ev kar bi dawî bibe, cîhan dê bibe cîhekî ewletir. Ji xeynî xetên boriyan, me her tişt tune kir.”

Gefên li Ser Girava Harkê

Donald Trump bal kişand ser hêza leşkerî ya Amerîkayê û diyar kir ku ew dikarin di her kêliyê de derbeyên giran li binesaziya Îranê bixin. Trump got, “Em dikarin Girava Harkê her dema ku bixwazin tune bikin. Heke em bixwazin, em dikarin şer di du saniyan de biqedînin.”

Stratejiya Nû: Bêyî Şandina Leşkeran

Tevî van gefên giran, Trump diyar kir ku ew naxwazin leşkeran bişînin herêmê û got: “Em tu deran leşkeran naşînin.” Di dawiya daxuyaniya xwe de Trump destnîşan kir ku pergala heyî ya li Îranê di tengasiyê de ye û got, “Îran niha di nava lêgerîna lîderekî nû de ye.”

Van jî bibîne

 

Di Pêşengtiya MEBYA-DERê de Li Gelek Bajaran Serdana Goristanan Hate Kirin
Rêjîma Îranê 2 ciwanên Kurd bidarve kir

Nûçeyên Sereke