🔴AMED (Nûpel) – Beriya Newroza Amedê, li bajêr otêl tije bûn. Gelek rêveberên otêlan diyar kir ku beriya çend rojan cihên wan tije bûne û bi taybetî ji bo 20 û 21ê Adarê hemû ode hatine rezervkirin.
Îsal Newroz û meha Remezanê li hev rast hatine û li bajêr qelebalixiyeke mezin heye. Kolan tije ne û li otêlan jî cih nemaye.
Li Amedê derdora 50 otêl û cihên manê hene. Me bi nûnerên 10 otêlan re hevdîtin kir. Wan ji Nûpel TVyê re ragihand ku beriya çend rojan otêlên wan tije bûne û ji bo rojên 20 û 21ê Adarê hemû odeyên wan hatine girtin.
Ji Wan, Riha û Êlihê Xelk Hatiye Newrozê
Berpirsên otêlan gotin ku odeyên wan beriya demekê hatine rezervkirin û mêvanên wan herî zêde ji bo pîrozkirina Newrozê ji bajarên cîran hatine. Herwiha diyar dikin ku piraniya geştiyaran ji parêzgehên wekî Êlih, Riha û Wanê ne. Hinek xwediyên otêlan jî destnîşan kir ku ji Stenbolê û ji derveyî welat (biyanî) jî xelkê ji bo Newrozê cihên xwe veqetandine.
Li aliyê din, esnafên Sûrê (ku navenda sereke ya geştiyaran e) dibêjin ku bi taybetî geştiyarên biyanî hatine û li navçeyê girseyeke mezin a mirovan heye.










