Zarokê bi navê B.K. ê ku ji ber forma bi nivîsa Kurdistanê duh şev hatibû binçavkirin û derbkirin. Di çarçoveya dosyayê de dest danîbûn ser formayê lê der heqê formayê de tu pirs nehatin kirin.
Li navçeya Cizîr a Şirnexê duh şev B.K. (15) ku ji ber forma bi nivîsa Kurdistan hatibû binçavkirin, li Serdozgeriya Komarê ya Cizîrê îfade da.
Îfadeya B.K. ê ku ji ber formayê hatibû binçavkirin bi îdiaya “li dijî polîsan derketiye û heqaret kiriye” îfade da. Têkildarî formaya bi nivîsa Kurdistan pirs nehatin pirsîn. B.K. îdîa red kir û diyar kir ku piştî polîsan forma li ser wî dîtiye ber bi wî ve meşiyane û got: “Polîsan got ‘ev çi tîşort e’. Min li wesayîtê siwar kirin, piştî kelemçeya destên min vekirin ez reviyam, piştre 3 polîsan da dû min. Piştre min zeft kirin û kelemçe kirin. Girseyê nerazîbûn nîşanî polîsan da.”
QALA TUNDIYA POLİSAN KIR
B.K. got: “Min heqaret li polîsan nekiriye, destên min bi kelemçe bûn ji ber vê min kevir neavêtiye, ji girseyê jî tu kesekî kevir neavêt. Polîsan hulmik li rûyê min dan. Ez wan polîsên mudaxeleyê min kirin, gilî dikim.”
DER HEQÊ POLÎSAN DE DAXWAZ LÊPIRSÎNÊ
B.K. anî ziman ku piştî polîsan ew li wesayîtê siwar kiriye, du saetan ew gerandiye û dema birine nexweşxaneyê ji bijîşkan re gotine ew ‘astengdar e’. Parêzerê B.K. Mehmet Alpkan diyar kir ku ji ber ku temenê B.K. din bin 18 salî de ye, keleçe li gorî Destûra Bingehîn binpêkirin e, ew bê pêlav gerandine û bi sepana xirab re rû bi rû maye û daxwaza lêpirsînê der heqê polîsan de kir.
Parêzerên B.K. Alî Adal û Aydin Alpkan anîn ziman ku lixwekirina forma Kurdistanê ne sûc e û ew rapora derbkirinê ya der heqê muwekîlên wan de qebûl nakin. B.K. piştî îfadedayînê hate berdan.
/Mezopotamya Ajansı/










