Li Şemrexê Agirê Newrozê bi Destê Jinan Hat Geşkirin

Nûçe

🔴MÊRDÎN (Nûpel) – Li navçeya Şemrexa Mêrdînê bi hezaran kes ji bo pîrozkirina Newrozê li qadan civiyan. Di pîrozbahiyê de peyama “dema statuyê hatiye” derket pêş û agirê Newrozê ji aliyê jinan ve hat vêxistin.

Pîrozbahiya Newrozê ya li Şemrexê bi şiyara “Newroza Azadî û Yekitiya Demokratîk” birêve çû. Ji saetên sibê ve gel bi kincên xwe yên neteweyî, bi rengên kesk, sor û zer herikîn qadê. Bi taybetî beşdariya jinan û ciwanan rengekî zindî da pîrozbahiyê.

‘Dema Serkeftin û Statuyê Ye’

Di pîrozbahiyê de li ser navê Komîteya Amadekar Mehmet Salih Acar û Ronahî Temel axaftinên kurt kirin. Piştre Hevseroka Bajar a DEM Partiyê Nilufer Elik Yilmaz axivî û diyar kir ku Newroz ruhê berxwedana Mazlum Dogan û Arîn Mîrkan e. Yilmaz destnîşan kir ku ev sal dê bibe sala azadiya gelê Kurd û birêz Abdullah Ocalan.

Parlamentera DEM Partiyê Beritan Guneş Altin jî di axaftina xwe de bal kişand ser dîroka têkoşîna Newrozê û wiha got:

“Me ev agir bi berdêlên mezin heta îro anî. Em vê agirî ji bo Mazlum, Rahşan, Zekiye û Ronahiyan geş dikin. Êdî dema azadiyê û dema qezenckirina statuya gelê Kurd hatiye. Divê em ji bo yekitiya demokratîk û parastina hebûna xwe rêxistiniya xwe mezin bikin.”

Agir Bi Meşaleyên Jinan Geş Bû

Piştî axaftinan, jinên Şemrexî bi meşaleyên di destên xwe de agirê Newrozê vêxistin. Bi geşbûna agir re, bi hezaran kesan li dora agir bi stranên hunermendên herêmî govend gerandin. Di dema pîrozbahiyê de dirûşmên wekî “Bijî Newroz” û “Bijî Serok Apo” qet nebirîn.

Pîrozbahî piştî gerandina govendan bi coşeke mezin bi dawî bû.

/Çavkanî: MA/

Van jî bibîne

 

Hikûmeta Herêma Kurdistanê Bo Dezgehên Ragihandinê ‘Hişyariya Dawî’ Da
Li Geverê Newroza Azadiyê: ‘Em vê Newrozê diyarî Birêz Ocalan dikin’

Nûçeyên Sereke