Esnafên Amedê li ser Cejnê: Her ku diçe rewşa me xirabtir dibe

Nûçe

🔴AMED (Nûpel) – Li Bakurê Kurdistanê amadekariyên Cejna Remezanê di bin bandora qeyrana aborî de tên kirin. Esnafên Amedê dibêjin ku li gorî salên borî bazar sekinî ye û kirîn-firotin kêm bûye.

Her sal bihayê xurek, şêranî û kincan (cil û bergan) zêdetir dibe. Vê yekê bandoreke neyînî li ser bazara Cejna Remezanê jî kiriye. Bihayê şêraniyên cejnê ku par di navbera 180 – 220 TL’yî de bû, îsal di navbera 300 – 450 TL’yî de ye. Di du salên dawî de bihayê cil û bergan bi rêjeya 70% zêde bûye. Di vê rewşê de hem esnaf hem jî kirîdar bi gilî û gazinc in.

Qelebalixeke zuha heye

Li sûka herî çalak a Amedê, esnaf diyar dikin ku “qelebalixeke zuha” heye (ango xelk heye lê kirîn nîn e). Firoşkarê seyar ê bi navê Suleyman dibêje ku hêza kirînê ya xelkê nemaye û wiha berdewam dike:

‘’Asayî ye; her çiqas ne wekî cejnên din be jî, dîsa asayî ye. Em bi erzanî jî didin. Bihayê cilên me 150 lîre ye. Baş e ku xelk ji vir dikire, ji ber ku rewşa wan a aborî ne baş e, tên vir. Li deverên din bihayê cilan ji 500 lîreyî dest pê dike. Em jî li kolanan erzantir difiroşin. Helbet em li cejnên borî digerin. Di cejnên borî de firotin zêdetir bû, niha sekinînek heye. Her ku diçe rewşa me xirabtir dibe.’’

Esnafê bi navê Şahîn ê ku şêraniyên eydê difiroşe, wiha dibêje:

‘’Me îsal ji bo cejnê amadekariyên xwe kirin, lê kirîn û firotin nîn e. Xelk nikare bikire û gilî dike. Em biha dikirin û bi zerar difiroşin. Ji ber ku hêza kirînê nîn e, ev yek bandoreke xerab li me dike. Ne wekî berê ye; her cejna ku tê, rewş xirabtir dibe.’’

“Bihayê fitarekê 435 lîre ye”

Mihemedê astengdar ku li kolanên Sûrê tezbîhan difiroşe, balê dikşîne ser giranbûna jiyanê û dibêje:

‘’Her kes dizane ka rewşa aborî çawa ye. Rewş xerab e, ma em ê bikarin çi bikirin? Li her derê zehmetî heye, lê em mecbûr in bixebitin. Ger em nexebitin, em nikarin debara xwe bikin. Carinan roj derbas dibe û ez tezbîhekê jî nafiroşim. Bihayê av û çaya min dernakeve ku ez pê fitara xwe bikim. Kar nîn e; kesên xanenişîn bûne jî radibin tezbîhan difiroşin. Ez mûçeyê astengdariyê distînim. Meha borî 7 hezar û 400 lîre dan min, niha tenê 500 lîreyê min maye. Ez duh çûm min fitara xwe kir, tenê ji bo xwarinekê min 435 lîre da. Bihayê xwarinekê wiha ye, ka em ê çi bikin?’

Van jî bibîne

 

Beser Şahine û Gokçe Selim: Coşê Newrozî Dersîm de kîşta tewr berze de bi
Îsraîl: “Me Wezîrê Îstîxbarata Îranê Îsmaîl Xetîb kuşt”

Nûçeyên Sereke