🔴Navenda Nûçeyan – Fermandarê Biryargeha Navendî ya HPG’ê Murat Karayilan diyar kir ku meha nîsanê ji bo Tirkiye û meseleya Kurd dê bibe mehekî biryarê yê krîtîk. Karayilan got, “Tenê qanûnên li ser bêçekkirina gerîla têrê nakin; divê hebûna Kurdan bibe xwedî statuyeke qanûnî û Ocalan azad bibe.”
Murat Karayilan ji ANF’ê re axivî û di salvegera yekemîn a pêvajoya ku bi banga Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a di 27’ê Sibata 2025’an de dest pê kiribû, qonaxa ku hatiye bidestxistin û bandora şerê Rojhilata Navîn li ser pêvajoyê nirxand.
“Qonaxa duyemîn dest pê kir: Çav li TBMM’ê ne”
Karayilan bi bîr xist ku qonaxa yekemîn a pêvajoyê feshkirina PKK’ê û rawestandina stratejiya çekdarî bû û diyar kir ku bi daxuyaniya Ocalan a 27’ê Sibata 2026’an qonaxa duyemîn dest pê kiriye.
Karayilan wiha got: “Ev qonax, avêtina gavên qanûnî ye. Komîsyona ku di TBMM’ê de hatibû avakirin rapora xwe pêşkêş kir. Meha nîsanê dê di vê mijarê de bibe meha biryarê. Em ê bi hev re bibînin ka dewleta Tirk dê çareseriyeke bingehîn pêş bixe yan na.”
Karayilan pîvanên çareseriyê jî bi van gotinan xêz kir:
“Hebûna Kurdan ne tenê bi gotin, divê bi nivîskî û qanûnî were qebûlkirin. Heta ku Kurd negihêjin statuyeke qanûnî û azadiya mîmarê vê serdemê Rêber Apo neyê dabînkirin, pirsgirêk bi rengekî bingehîn nayê çareserkirin. Azadiya Rêber Apo pêdiviyeke siyasî, civakî û dîrokî ye.”
“Ewlehiya Tirkiyeyê berhema vê pêvajoyê ye”
Karayilan bal kişand ser şerê Îran-DYA-Îsraîlê yê li Rojhilata Navîn û trafîka fuzeyan a li herêmê û îdîa kir ku aramiya Tirkiyeyê ya di vê hawirdora kaosê de bi xêra gava Ocalan e.
Karayilan got, “Îro Rojhilata Navîn dikule, li her derê fuze û dron dikevin. Ger Tirkiye vê pêvajoyê bi rihetî pêşwazî dike, rola pêngava aştiyê ya ku Rêber Apo pêş xistiye tê de pir mezin e. AKP’î dibêjin ‘qubeya me ya siyasî heye’; lê divê baş bizanibin ka ev qube çawa hat avakirin. Ger ev pêngav nebûya, Tirkiye îro dê bi metirsiyên pir mezintir re rû bi rû bima.”
Karayilan biryarên di civîna salane ya Konseya Fermandariya HPG’ê de hatine girtin parve kir û derbarê birêvebirina pêvajoya bêçekkirinê de peyamek zelal da:
“Gerîla dixwaze Rêber Apo ji nêz ve bibîne û rasterast bi deyalogê bi wî re deyne. Wekî ku me di kongreya xwe ya feshkirinê de jî diyar kiribû; qonaxa bêçekkirinê divê bixwe ji aliyê Rêber Apo ve were birêvebirin. Divê ev rewş rast were fêmkirin; biryara ku hikûmet dê meha pêş me bide, dê rêya pêvajoyê diyar bike.”
“Em bê alternatîf nînin”
Karayilan destnîşan kir ku ew alîgirê çareseriyê ne, lê li hemberî îhtîmala ku pêvajo her kêliyê serûbin bibe jî ew di amadebaşiyê de ne.
“Em bê alternatîf nînin. Ger çareserî hebe em amade ne, lê ger bêçareserî pêş bikeve an jî êrîşên berfireh li dijî me pêk werin, em ji bo wê jî zêdetir amade ne. Di vê mijarê de em amadekariyên xwe didomînin. Divê em nekevin nav rehavetê û li hemberî her cure rewşê bi tevdîr bin. Em di serdemekê de ne ku her du îhtîmal jî hene û em li gorî her du vebijarkan xwe birêxistin dikin.”










