🔴NAVENDA NÛÇEYAN – Endama Parlamentoya Ewropayê û Seroka Şandeya Peywendiyên bi Îranê re, Dr. Hannah Neumann, derbarê aloziyên li Rojhilata Navîn û stratejiya Amerîka-Îsraîlê ya li hemberî Tehranê hişyariyên tund dan. Neumann destnîşan kir ku Donald Trump bi jiyana 90 mîlyon welatiyên Îranê “qumarê dilîze.”
Dr. Hannah Neumann di hevpeyvînekê de ligel Rûdawê, rexneyên giran li polîtîkayên Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu girtin. Neumann diyar kir ku armancên her du serokan li herêmê “nezalel û dijberî hev” in.
“Stratejiyeke bi Mentîq Nîne”
Neumann bal kişand ser nakokiyên di daxuyaniyên Washington û Tel Avîvê de û got:
”Ew rojekê behsa guhertina pergalê dikin, 10 deqîqe şûnde tenê behsa bernameya mûşekî dikin. Di heman demê de êrîşî binesaziyên sivîl ên wekî stasyonên ava vexwarinê dikin. Ev yek ji derve ne zêde bi mentîq e.”
Neumann her wiha anî ziman ku divê Yekîtiya Ewropayê (YE) zextê li Trump û Netanyahu bike da ku stratejiyeke guncav ji bo parastina jiyana sivîlan pêş bixin.
Êrîşên li ser Kurdistan û Kendavê
Neumann êrîşên rasterast ên Îranê yên li ser Herêma Kurdistanê, Îraq û welatên Kendavê wekî “binpêkirineke eşkere ya hiqûqa navneteweyî” pênase kir. Wê bang li Yekîtiya Ewropayê û welatên Kendavê kir ku bi hevre bloka kêmkirina aloziyan ava bikin û ji Tehranê re bêjin ku ev “cureyên tolhildanê” nayên qebûlkirin.
Bandora Şer li ser Ewropayê
Her çend ev ne şerê Ewropayê be jî, Neumann hişyarî da ku encamên wê “rasterast digihîjin nav malên Ewropayê.” Wê destnîşan kir ku girtina Tengava Hurmizê û bilindbûna bihayê enerjiyê bandoreke karesatbar li ser aboriya Ewropayê dike û daxwaza hemahengiyeke zêdetir di navbera welatên endamên YE’yê de kir.
Peyam ji bo Tehranê û Kêmneteweyan
Neumann di peyama xwe ya ji bo rayedarên Îranê de got: “Vê dînîtiyê rawestînin; pergala we ji aliyê siyasî, aborî û exlaqî ve îflas kiriye.”
Derbarê paşeroja pêkhateyên wekî Kurd, Belûç û Ereban de, Neumann tekez kir ku ji bo serkeftina her guherînekê li Îranê, divê hemû kêmnetewe û komên cuda bi awayekî çalak beşdarî pêvajoyê bibin.
“Trump Dixwaze Yekîtiya Ewropayê Piştguh Bike”
Li ser têkiliyên bi Amerîkayê re, Neumann diyar kir ku Trump dixwaze wekî “serokê cîhanê” xuya bike û YE’yê piştguh bike, lê di rastiyê de ji bo çareserkirina pirsgirêkên li ser erdê û fînansekirina aramiyê, pêdiviya wî bi Ewropayê heye.
/Çavkanî: Rûdaw/









