Artêşa Îsraîlê Larîcanî Kir Armanc: Ji Îranê Daxuyanî Hat

Nûçe

🔴Nûpel – Çapemeniya Îsraîlê nivîsand ku artêşa Îsraîlê Sekreterê Giştî yê Konseya Bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Îranê Alî Larîcanî kiriye armanc. Rayedarên Îranî jî diyar kirin ku Larîcanî dê daxuyaniyekê bide.

Ji çapemeniya Îsraîlê îdîayeke krîtîk hat ziman. Li gorî vê nûçeyê; artêşa Îsraîlê Sekreterê Giştî yê Konseya Bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Îranê Alî Larîcanî kir armanc.

“HÊJ RÛN NEBÛYE”

Rayedarên Îsraîlî dan zanîn ku artêşa Îsraîlê bi êrîşeke hewayî ya li Îranê Larîcanî kiriye armanc, lê hêj rûn nebûye ka Larîcanî jiyana xwe ji dest daye an birîndar bûye.

Serokê Erkanê Giştî yê Îsraîlê Eyal Zamir, di axaftina xwe ya ku îşaret bi hedefgirtina Larîcanî dikir de got: “Di nava şevê de, di tinekirina xalên girîng ên êrîşan de serkeftin hatin bidestxistin.”

Rayedarên Îranî yên li Tehranê jî ragihandin ku Larîcanî dê di demeke nêz de daxuyaniyekê bide.

BANGA YEKIYÊ KIRIBÛ

Li aliyê din, Alî Larîcanî rojek beriya êrîşê bang li welatên Îslamî kiribû ku bibin yek. Larîcanî di peyama xwe ya li ser medyaya civakî de destnîşan kiribû ku divê li dijî DYA û Îsraîlê helwesteke hevpar bê nîşandan û bal kişandibû ser eniyên li herêmê.

/Çavkanî: Birgün/

Van jî bibîne

 

HELEBÇE: Roja ku Asîman jî Şerm Kir
Abdullah Ongullu Şêrwî: Hedoya Qet Qet Kirî

Nûçeyên Sereke