Di Salvegera Komkujiya Helepçeyê de Banga Yekîtiyê: “Heta Em Nebin Yek, Dê Qetlîam Bidomin”

Nûçe

🔴AMED (Nûpel) – Di 38emîn salvegera Komkujiya Helepçeyê de, Komeleya Şêx Seîd û Hevdozên Wî bi daxuyaniyekê qurbaniyên komkujiyê bi bîr anîn û bang li gelê kurd kir ku li dijî qirkirinên nû yekîtiya xwe ava bikin.

Birîna Helepçeyê Hê Jî Xwîn Jê Diçe

Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku di 16ê Adara 1988an de, balafirên rejîma Baasê ya Iraqê bajarê Helepçeyê bi bombeyên kîmyewî bombebaran kir. Di encama vê karesatê de di nava çend saetan de nêzî 5,000 kurdan jiyana xwe ji dest da û bi deh hezaran kes birîndar bûn.

Komeleyê bal kişand ser bandora giran a çekên kîmyewî û da zanîn ku li gorî daneyên Neteweyên Yekbûyî (NY), piştî komkujiyê nexweşiya penceşêrê li herêmê %800 zêde bûye û hê jî bandora van çekan li ser zarokên ku nû ji dayik dibin berdewam dike.

Sembola Karesatê: Elî Hawar û Zarokê Wî

Di daxuyaniyê de behsa wêneyê navdar ê rojnamevan Ramazan Ozturk hat kirin û hat gotin:

“Îro dema qala Helepçeyê tê kirin, Elî Hawar û zarokê wî yê yekmehî yê bê nav tên ber çavên mirov. Ew wêne bû sembola qêrîna bêdeng a Helepçeyê.”

“Enfal” û “Fetih”: Rêbazên Qetlîamkaran Yek in

Komeleya Şêx Seîd destnîşan kir ku rejîma Baasê ev pêvajoya qirkirinê bi navê “Enfal” (navekî ji Quranê) meşandiye. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku qetlîamkarên kurdan di dîrokê de her tim bi rêbaz û navên olî (wek Enfal û Fetih) êrîşî kurdan kirine û ev dişibin hev.

Banga Ji Bo Yekîtiya Neteweyî

Komeleyê di dawiya daxuyaniya xwe de bang li rêber, partî û hemû dezgehên kurd kir ku tifaqa xwe ava bikin. Di bangawaziyê de ev xalên girîng hatin destnîşankirin:

Yekîtî Rêgirî ye: Ger kurd yek bin, qetlîamên nû pêk nayên.

Azadî di Yekîtiyê de ye: Tenê bi yekîtiyê welat tê rizgarkirin.

Dermanê Birînê: Yekîtî û yeksaniya kurdistaniyan e.

Daxuyanî bi vê gotina dîrokî bi dawî bû: “Ku em nebin yek, em ê herin yek bi yek!”

Daxuyaniya Komeleyê Wisa Ye

HELEPÇE…

Îro salvegera Komkujiya Helepçeyê ye!

Komkujiya Helepçeyê di 16ê Adara 1988an de pêk hat. Wê demê balafirên şer ên artêşa Iraqê bombeyên kîmyewî li ser bajarê Helepçeyê barandin. Di nava çend saetan de li Helepçe û derdora wê nêzî 5,000 şêniyên kurd jiyana xwe ji dest da û bi deh hezaran kes jî birîndar bûn. Di nav kurdan û raya giştî de ev pêvajoya qirkirinê bi navê “Enfal” tê naskirin.

Enfal, navê operasyonên komkujiyê ye ku li Başûrê Kurdistanê ji aliyê rejîma Baasê ve hatine meşandin. Vê rejîmê navê van operasyonan ji ayeta “Enfal” a di Quranê de girtibû. (Qetlîamkarên kurdan çi qas dişibin hev; bi kirin û bi rêbazên xwe… “Enfal” û “Fetih”…)

Raya giştî ya cîhanê piştî çend rojan ji komkujiyê agahdar bû. Rojnamevan Ramazan Ozturk piştî komkujiyê çû Helepçeyê û bi weşandina wêneyên ku kişandibûn, cîhan ji vê karesatê agahdar kir. Di wêneyekî de, kesekî bi navê Elî Hawar zarokê xwe yê yekmehî ku hê nav lê nehatibû kirin, bi awayekî hembêzkirî û bi devê vekirî jiyana xwe ji dest dabû. Ev wêne piştî ku di rojnameyan de hate weşandin, bû sembola Komkujiya Helepçeyê.

Îro jî dema ku qala Helepçeyê tê kirin, Elî Hawar û zarokê wî yê yekmehî tên ber çavên mirov. Bandora bombeyên kîmyewî tenê bi mirina pênc hezar kurdan û seqetmayîna bi deh hezaran kesî bi sînor nema; bandora wan çekan hê jî li bajêr didome.

Li gorî daneyên Neteweyên Yekbûyî, li Helepçe û derdora wê di navbera salên 1991 û 1994an de nexweşiya penceşêrê ji sedî 800 zêde bû. Her wiha ji ber bombeyên kîmyewî, nexweşiyên jinan çar qat zêde bûn û bi hezaran kes bi nexweşiyên qirik, kezeb, poz û çavan re rû bi rû man. Bi hezaran kesan çavên xwe winda kirin. Li gorî agahiyan, hê jî bandora kîmyewî zarokên ku nû tên cîhanê tehdît dike.

Em wekî Komeleya Şêx Seîd û Hevdozên Wî, vê qetlîama Helepçeyê lenet dikin û dibêjin: “Heta em nebin yek, dê her carê van qetlîaman bînin pêşiya me!”

Bi vê munasebetê em bang dikin:

• Hey gelê kurd!

• Hey rêber û pêşengên kurd!

• Hey rêxistin, partî û dezgehên kurd!

Yekîtî, hevrayî û tifaqa me kurdan, rêgiriya herî mezin e li hemberî qetlîaman. Ger em yek bûna, qetlîama Helepçeyê pêk nedihat; ger em yek bin, qetlîamên nû pêk nayên. Em yek bin, em ê azad bibin; em yek bin, em ê welatê xwe rizgar bikin!

Dermanê me, dermanê birîna me:

YEKÎTÎ Û YEKSANÎYA KURDISTANIYAN E…

“Ku em nebin yek, em ê herin yek bi yek!”

KOMELEYA ŞÊX SEÎD

 

Van jî bibîne

 

Şaredariya Peyasê Ji Bo Zarokên Bi Otîzmê Bû Hêvî: “Jiyaneke Nû Mimkun e”
Qurbaniyên Komkujiya Helebçeyê Tên Bibîranîn: Divê bi Sûcê Radestkirina Qirkirinê re Rûbirûbûn Hebe

Nûçeyên Sereke