🔴Nûpel – Amedspora ku ji bo şampiyoniyê tê dikoşe, di hefteyeke krîtîk de li qada xwe mazuvantiya Manîsasporê kir. Tevî barana zêde û zehmetiyên maçê, Amedsporê di deqeyên dawî de bi golên Daniel Moreno sê puan girtin û rêya xwe ya şampiyoniyê domand.
Nîveka Yekem Bê Gol Bi Dawî Bû
Maç di bin baraneke dijwar de dest pê kir. Amedsporê ku ji bo lîderiyê derketibû qadê, di nîveka yekem de gelek fersend dîtin lê nekarî golekê bavêje. Manîsasporê ku ji bo Play-Offê têdikoşe, bi parastineke tund bersiv da êrîşên tîma malxwê û nîveka yekem 0-0 bi dawî bû.
Zexta Amedsporê û Karta Sor
Di nîveka duyem de Amedsporê zexta xwe zêde kir. Her ku deqe derbas dibûn û gol ne dihat, kelecana alîgeran jî zêdetir dibû. Di vê navberê de kalevanê Manîsasporê, Vedat, bi performanseke hêjayî teqdîrê rê neda top derbasî kaleyê bibe. Lê belê, di deqeya 74an de lîstikvanê Manîsasporê Vargas bi karta sor ji lîstikê hat avêtin û tîma mêvan 10 kes ma.
Daniel Moreno û Saba Dikevin Dêwrê
Piştî karta sor, Amedsporê bi hemû hêza xwe êrîş kir. Di deqeya 79an de, bi paseke hunerî ya Saba, Daniel Moreno xwe gihand topê û bi lêdaneke zelal tîma xwe 1-0 xist pêş. Ev gol bû sedema coşeke mezin li tribunan.
Kêliya Dawî û Gola Duyem
Dema ku her kesî li benda fînala maçê dima, di deqeya 90+4an de careke din Daniel Moreno derket ser dikê. Moreno bi gola xwe ya duyem encam diyar kir: 2-0.
Bi vê serkeftinê Amedsporê di rêya şampiyoniyê de astengiyeke din a dijwar derbas kir û pûanên xwe kir 64 û şopa lûtkeyê domand.
Hefteya bê Amespor dê biçe deplasmana Hataysporê.










