🔴Di vê meha Adarê ya tijî xemgînî, berxwedan û şahiya agirîn de, dilê me bi germahiyeke kûr hîn jî diavê. Ev germahî ne tenê ronahiya jiyanê ye, tolhildana xemgîniyên mezin e ku li ser milê me kom bûne. Li aliyekî bayê azadiyê bi coş û gûrbûna agirê Newrozê li lûtkeyên çiyayên Rojhilatê Kurdistanê dilive, dilê me dişewitîne û ronî dike; li aliyê din jî em di koçka dilê xwe de şîna te, Şêxê Helbestê Ehmed Huseynî û ya Bavê Welat Salih Muslim digirin û di nava sînga xwe de vedişêrin.
Piştî koçkirina te Şêxê Helbestê û koçkirina Bavê Welat, barê dilê me girantir bû. Xemeke nû li ser xema berê konê xwe veda, xemeke ku bi qasî kûr e, ew qasî jî bi hêsanî nayê vegotin. Lê belê şîna me di vê Adarê de her çiqas giran be jî, bi qasî wê giraniyê hêsan û birehm e jî-ji ber ku hêsirên helbestî yên ji bo te û Bavê Welat dibarin, li rex ava Dîcle û Firatê diherikin, darên zeytûnên Efrînê av didin, reh û şaxên xwe li Mehabad, Ûrmiye û hemû Rojhilatê Kurdistanê dirêj dikin. Niha ev bi şîna te û Bavê Welat re kokên xwe zexmtir dike, wek dareke kevnar a ku di nava bahozê de daçikilandiye.
Me berê kiribû ahd û wahd; piştî Helepçeya mezin a bi xwînî û tijî êş, em ê di meha Adarê de tu tahmên ji sêvan nexwin û em ê bi agirê Newrozê yê pîroz şîna xwe veguherînin şahiyeke mezin. Em ê bi coşeke helbestî û têkoşînê, agirê Newrozê li ser axa Rojhilat bidin pêş û bikin ronahiya hêviyên pêşerojeke azad.
Ji ber vê yekê, Şêxê Helbestê, ji bo te û Bavê Welat çend gotinên ji dil tînim ziman, êşa nava min kêm nake.
Koçkirina we herduyan barê me giran kir, lê ev bar ne barekî nayê hilgirtin e; barê bîranîn, berpirsiyarî û têkoşînê ye. Ji bo bîranîna te, Şêxê Helbestê û Bavê Welat, em ê li Rojhilat tovên vî zimanî yê pîroz biçînin. Em ê bi têkoşîna ku we daye bi awaza helbestên nemir, tovên ziman û azadiyê li ser axa welat bireşînin. Ez ziman bi agirê Newrozê re dê her tim zindî bimîne û şîna me dê bibe hêza me ya herî mezin ku em bi navê we her tim rawestin û bimeşin.
Oxir be Şêxê Helbestê Ehmed Huseynî…
Oxir be Bavê Welat Salih Muslim…
/Hogir Berbir/










