🔴AMED (Nûpel) – Li gundê Keloşkê yê Qerejdaxê, bi hezaran kes ji bo pîrozkirina Newrozê hatin cem hev û bi meşeke meşaleyî agirê Newrozê geş kirin.
Li Amedê pîrozbahiyên Newrozê yên sala 2026an ku bi şiarên “Newroza Azadî û Yekîtiya Demokratîk” tên lidarxistin, bi coşeke mezin berdewam dikin. Di vê çarçoveyê de, li gundê Keloşkê yê Qerejdaxê bi hezaran welatî kom bûn.
Meşa Meşaleyî û Dirûşmên Azadiyê
Girseya ku li quntarên Qerejdaxê dest bi meşê kir, ber bi navenda gund ve bi meşaleyan ve meşiyan. Di meşê de posterên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatin hildan û bê navber sloganên wekî “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe” û “Bijî berxwedana Rojhilat” hatin berzkirin. Meş li qada gund bi dawî bû û li wir agirê Newrozê bi coşeke mezin hat vêxistin.
Govenda li Dora Agir
Piştî vêxistina agirê Newrozê, gel li dora êgir bi tilîlî, çepik û dirûşman dest bi gerandina govendê kir. Di bernameyê de Hevserokê DEM Partiyê yê Amedê Abbas Şahin axaftinek kurt kir.
Pîrozbahî heta derengiya şevê bi govend û halayên li dora agirê Newrozê berdewam kir.
/Çavkanî: MA/










