Derket Holê ku Rêberê Nû yê Îranê Mucteba Xameney Birîndar e: Nikare Biaxive

Nûçe

🔴Derket holê ku Rêberê Olî yê Îranê Mucteba Xameney, di êrîşa ku bavê wî Elî Xameney tê de hatibû kuştin, birîndar bûye: Li nexweşxaneyê ye û nikare biaxive!

Piştî ku Ayetullah Elî Xameney di êrîşeke Amerîka û Îsraîlê de hat kuştin, Mucteba Xameney bû rêberê olî yê nû yê Îranê. Hat piştrastkirin ku Mucteba Xameney di êrîşa 28’ê Sibatê de, ya ku tevî hevjîna wî şeş endamên malbata wî jiyana xwe ji dest dabûn, birîndar bûye.

Balyozê Îranê yê Qibrisa Başûr Alireza Salarian, di hevpeyvînekê de ku li avahiya balyozxaneyê ya li Lefkoşayê pêk hat, derbarê birîndarbûna Xameneyê 56 salî de hûrgilî dan û diyar kir ku rizgarbûna wî ji wê êrîşa ku xaniyê wî wêran kir, şansekî mezin e.

Ji ber birîndar e li nexweşxaneyê ye

Salarian ji rojnameya The Guardian re axivî û got: “Ew li wir bû û di wê bombebaranê de birîndar bû, lê min nedît ku ev yek di nûçeyên biyanî de cih bigire.” Her wiha anî ziman: “Min bihîst ku ji ling, dest û milên xwe birîndar bûye… Ez bawer dikim ku ji ber birînên xwe niha li nexweşxaneyê ye.”

“Ez bawer nakim ku di rewşeke wisa de be ku bikaribe biaxive”

Salarian sedema neşandina peyaman û derneketina pêşberî raya giştî ya Mucteba Xameney (ku roja Yekşemê şûna bavê xwe girtibû) eşkere kir û got: “Ez bawer nakim ku ew di rewşeke wisa de be ku bikaribe axaftinekê bike.”

Li gorî nûçeyên di medyaya Îranê de, hevjîna Elî Xameney, Mensûr Xameney jî sê roj piştî êrîşa hewayî jiyana xwe ji dest daye.

/Nûçeyên Cîhanê/

Van jî bibîne

 

Newroza Amedê li gorî dirûşmeyên ku her sal tê gûhertin bû eynika siyaseta Kurd
Amedspor li Stenbolê bi Ser Ket: 4-0

Nûçeyên Sereke