NYT: Artêşa Îranê Tevî Êrîşan Taktîkên Nû Bi Kar Tîne û Fuzeyên Xwe Yên Sereke Veşartine

CîhanNûçe

🔴Li gorî nûçeya rojnameya Amerîkî The New York Times (NYT), artêşa Îranê li hemberî êrîşên DYA û Îsraîlê taktîkên xwe guhartine û ji bo armancên stratejîk fuzeyên xwe yên girîng wekî “yedek” hiştine.

Rojnameya The New York Times, agahiyên xwe sipartine rayedarên payebind ên parastinê yên Amerîkayê. Tevî ku rêveberiya Donald Trump îdia dike ku di şer de serketiye, pisporên leşkerî diyar dikin ku Îran li qadan li gorî rewşê taktîkên xwe dimeşîne.

Pergalên Radarê Yên DYAyê Di Armancê de ne

Li gorî rayedarên leşkerî yên Amerîkî, di 11 rojên dawî yên şer de, Îranê bi taybetî pergalên parastina hewayî û radarên girîng ên DYAyê yên li herêmê kiriye armanc. Pispor radigihînin ku Îran her çend di hêza gulebaranê de negihîje asta DYA û Îsraîlê jî, lê tenê “li ser piyan mayîna li hemberî êrîşan” ji bo Tehranê wekî serkeftinekê tê dîtin.

Pentagon Bi Fuzeyên Veşartî Xemgîn e

Di nûçeyê de tê destnîşankirin ku du rayedarên leşkerî hişyarî dane ku Pentagon (Wezareta Parastina DYAyê) derbarê hemû herêmên fırlatandina fuzeyên Îranê de ne xwediyê agahiyên zelal e. Tê gotin ku Îranê gelek fuzeyên xwe yên bi bandor ji bo êrîşkirina li ser radar û hedefên stratejîk ên Amerîkayê “di yedekê de” hiştine.

“17 Tesîsên Amerîkayê Hatine Lixistin”

NYT di nûçeyeke din de, ku xwe dispêre dîmenên peykê û vîdyoyên piştrastkirî, ragihand ku ji destpêka şer û vir ve herî kêm 17 tesîsên leşkerî û dîplomatîk ên DYAyê rastî êrîşên Îranê hatine û zirar dîtine.

Hate diyarkirin ku ev tesîs di nava demên cuda de çend caran hatine lixistin, ku ev yek nîşan dide Îran dikare xwe bigihîne hedefên krîtîk.

/Nûçeyên Cîhanê/

Van jî bibîne

 

Weşanxaneya Aramê Ehmed Huseynî Bi Bîr Anî: ‘Ew Dê Her Kêlî Bi Me Re Be’
Ali Tekbaş Kilama ‘Babê Beşîr’ bi Versiyoneke Nû û Klîba Hişê Çêkirî Belav Kir

Nûçeyên Sereke