🔴Sekreterê Şaxa Antalyayê ya Weqfa Çandê ya Anadoluya Hacı Bektaş Veli, Zeynel Can, hewildana Muftîtiya Navçeyê ya ji bo çêkirina mizgeftê li gundê Bademler ê navçeya Urla ya Îzmîrê (ku gundekî Elewiyan e), wekî armanca desthilatê ya “nehîştina gundên bê mizgeft” şîrove kir û got: “Ev ferzkirinek e, asîmîlasyon e. Divê dest ji vê yekê were berdan.”
Li gundê Bademler ê Urlayê ku bi çalakiyên xwe yên hunerî tê naskirin, ji bo çêkirina mizgeftê serî li qaymeqamiyê hate danîn. Hat îdiakirin ku daxwaza mizgeftê ji aliyê niştecîhên “Folkart Sitesi” ve hatîye kirin, ku ev kes demeke kurt berê ji derve koçî gund kirine.
Zeynel Can di derbarê mijarê de axivî û diyar kir ku tevî daxwazek tune be jî, bi israr çêkirina mizgeftan li gundên Elewiyan, li dijî azadiya îbadetê û mafên mirovan e.
“Desthilata Siyasî Naxwaze Gundekî Bê Mizgeft Bimîne”
Can bal kişand ser armanca desthilatê û wiha got: “Di serî de gundên Elewiyan hedef digirin. Çima? Da ku mizgeftekê li wir ava bikin û piştre yên din bînin. Ev destpêka asîmîlasyonê ye.”
“Leza Diyanetê Sosret e!”
Can anî ziman ku ew bi şaşwazî pêşwaziya hesasiyeta dewletê ya li ser daxwaza yek-du kesan dikin û wiha berdewam kir:
“Tevî ku bi dehan sal in gundên me yên bê av û bê elektrîk hene, lê dema bi îmzeya du kesan daxwaza mizgeftê tê kirin, Diyanet û Muftîtî amade ne. Ji bo ku tavilê mizgeftekê li wir ava bikin, pir bi lez tevdigerin.”
“Ev Ferzkirin e”
Can diyar kir ku çêkirina mizgeftê li gundên Elewiyan berdewamiya polîtîkaya asîmîlasyonê ye û got:
“Em di dîrokê de dibînin ku gelek cihên Elewiyan bi pêvajoyê re hatine Sunnîkirin. Ev siyaset niha jî berdewam dike. Bila li cihên ku hewcedarî heye mizgeft werin çêkirin, jixwe tên çêkirin jî. Lê bi israr çêkirina mizgeftan li gundên Elewiyan ku daxwazek wiha jê tune ye, li dijî azadiya îbadetê ye. Divê dest ji vê asîmîlasyonê bê berdan.”
/Çavkanî: Pîrha/










