🔴Di hefteya 30’emîn a Lîga 1’emîn a Trendyolê de, Vanspor FK li qada xwe Adana Demirsporê bi golekê têk bir û derket rêza 10’emîn.
NAVENDA NÛÇEYAN – Vanspor FK, di lîstikeke krîtîk de li Stadyuma Bajêr a Wanê, tîma Adana Demirsporê kir mêvan. Sor-reşên ku bi piştgiriya alîgirên xwe derketin qadê, bi encama 1-0 bi ser ketin û hêviyên xwe yên ji bo Play-offê nû kirin.
Pêşbirka ku saet di 13.30an de dest pê kir, di nîvê yekem de bi êrîşên her du tîman derbas bû, lê tu gol nehatin avêtin. Di nîvê duyem de Vansporê tempo bilind kir û di deqeya 57an de bi gola lîstikvanê xwe Iván Cédric derket pêş. Piştî golê, Adana Demirsporê ji bo wekheviyê hewl da lê, parastina Vansporê rê neda golê û maç bi serkeftina tîma Vansporê bi dawî bû.
Bi vê serkeftinê re Vanspor FK pûanên xwe derxist 42yan û di rêzbendiya lîgê de hilkişiya rêza 10emîn. Adana Demirspor jî ji deplasmana Wanê bê pûan vegeriya.
Hefteya bê Vanspor FK dê bibe mêvanê Sakaryasporê, Adana Demirspor jî dê di qada xwe de pêşwaziya Serik Belediyesporê bike.










