Tûrnûvaya Futbolê ya Navxweyî ya Saziyan Bi Dawî Bû

NûçeSpor

NÛPEL – Tûrnûvaya Futbolê ya Navxweyî ya Saziyan a ku bi hevkariya Şaredariya Peyasê û Komeleya Rojnamevanên Başûrrojhilat (GGC) hatibû organîzekirin, bi maça fînalê bi dawî bû.

Tûrnûvaya ku nêzî mehekê dom kir û 46 tîmên saziyên cuda tê de cih girtin, bi armanca xurtkirina peywendiyên hevaltiyê, hevgirtin û hevrêtiyê di navbera saziyan de hate lidarxistin. Maça fînalê li Kompleksa Sporê ya 500 Evler a Şaredariya Peyasê hate lidarxistin û rastî eleqeyeke mezin hat.

Di fînalê de Gerînendetiya Tenduristiyê bi serkeft

Di maça fînalê de Tîma Egitim Sen û Gerînendetiya Tenduristiyê ya Navçeya Bajarê Nû derketin hemberî hev. Piştî pêşbirk û pêşbaziyê, Gerînendetiya Tenduristiyê ya Navçeya Bajarê Nû bi encama 1-0 Tîma Egitim têk bir û bû şampiyonê tûrnûvayê.

Merasîma xelatdayînê

Hevşaredarên Peyasê Cengîz Dundar, Serokê Komeleya Rojnamevanên Başûrrojhilat Felat Bozarslan û endamên desteya rêveberiyê, ligel nûnerên saziyên civaka sivîl, rêxistinên sporê û gelek welatî di maça fînalê û merasîma xelatdayînê de amade bûn.

Berî merasîmê axaftin hatin kirin, spasî ji hemû sazî û tîmên ku beşdarî tûrnûvayê bûbûn re hate kirin û paşê kûpa, madalya û xelat li tîmên fînalîst hatin belavkirin.

Bi vê tûrnûvaya ku ruhê yekîtiyê, hevgirtin û hevkariyê di navbera saziyan de xurt dike, bi serkeftî bi dawî bû.

 

Van jî bibîne

 

Berteka Karkerên Şaredariya Rezan li Dijî Gotinên Rahmi Koç
Pakistan hûrgiliyên nû li ser danûstandinên Amerîka û Îranê eşkere dike

Nûçeyên Sereke